Yekîtiya Komunaran a Jinê-DKP, Partiya Maoîst Komunîst, Rêxistina Jinên Komunîst-MLKP, Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK), THKP-C/MLSPB li hev civiyan û Tevgera Yekîtiya Jinên Şoreşger (TYJŞ) ava kirin. Endamên Konseya TYJŞ Çîgdem Dogû û Hêvî Sarya, di News Channelê de der barê rêxistinbûna xwe de bersiv dan pirsên Derşîn Mîrza.
Çîgdem Dogû di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngî û wateya 8'ê Adarê Roja Jinen Kedkar ên Cîhanê û diyar kir, bersiva herî watedar a ji bo 8'ê Adarê; berxwedan û têkoşîn e. Dogû got, "Kombûna li hev a şoreşgerên jin ên li Kurdistan û Tirkiyeyê, ragihandina TYJŞ bersiva herî mezin a ji bo 8'ê Adarê ye. Vê rêxistinbûnê, mezinkirina têkoşîna li dijî sîstemên hiyerarşîk, zayendîperest û baviksalariyê daniye pêşiya xwe. Ev têkoşîn wê çawa mezin bibe? Wê bi rêxistinbûnê mezin bibe. Di destpêkê de pêwîstî bi rêxistinbûn û xurtbûna me heye. Em çiqasî hêza xwe mezin bikin, wê têkoşîna azadiya jinê jî ewqasî mezin bibe. Em 8'ê Adarê weke mezinbûna têkoşîna azadiya jinê dibînin. Bi vê wesîleyê 8'ê Adarê cejna berxwedanê li hemû jinan pîroz dikim."
'JINA BÊPARASTIN MEHKÛMÎ KOLEBÛYÎNÊ YE'
Dogû di dewama axaftina xwe de ragihand, aliyê herî girîng ê ku ji destê jinan hatiye birin, hişmendiya xweparastinê ye û got, "Di destpêka avabûna sîstema baviksalariyê de jî ev rewş wiha bû, niha jî bi heman rengî ye. Yê ku rahişt çekê, bû desthilatdar û xwedî erk, mêr bû. Vê yekê rê li ber bêedaletiyeke mezin vekir. Ji ber vê yekê aliyê herî girîng ê têkoşîna azadiya jinê ew e, ku wekhevî û edaletê derxîne holê. Li pêşberî rastiyeke bi vî rengî ya mêrê rahişitiye çekê û xwe bi rêxistin kiriye, jina bêparastin mehkûmî kolebûyînê ye."
Dogû destnîşan kir, hevparbûyîn, zanebûyîn û kombûna li hev a jinan gelekî girîng e û anî ziman, mîsyona herî girîng a TYJŞ'ê bi vî rengî derketiye holê. Dogû diyar kir, TYJŞ wê pêşî li vê bê edaletiyê bigire, têkoşînê bimeşîn û pêşî li azadiya jinê veke.
Hêvî Sarya bibîr xist, dirûşma TYJŞ a hevpar 'em ê faşîzm û serdestiya mêr têk bibin', di heman demê de armanca wan a têkoşînê jî radixe pêş çavan û got, "Dewleta faşîst, ku xwedî hişmendiya mêrê serdest e û berjewendiyên aborî, polîtîk û leşkerî yên serdestiya mêr diparêze, li Tirkiyeyê di şexsê dîktatoriya Qesrê/AKP'ê de şênber bûye. AKP dijminê jinê ye, dijminê kedê, karker, aborî, ekolojî û gel û zayendên bindest e."
'ARMANCA BINGEHÎN A TYJŞ HILWEŞANDINA FAŞÎZMÊ YE'
Sarya destnîşan kir armanca bingehîn a Tevgera Yekîtiya Jinên Şoreşger, parçekirin û hilweşandina vê faşîzmê ye û wiha dewam kir: "Weke TYJŞ em hêza xwe ji gelên bindest û jinan digirin. Armanca me şoreşa yekbûyî ye. Em dixwazin hevgirtinekê li ser vê axê bafirînin, ku bibe mînak ji tevahiya cîhanê re."
Sarya da xuyakirin, ku Şoreşa Rojava, jinên li Rojava çawa ku ji bo tevahiya cîhanê bûn modelek, rêxistinbûna TYJŞ jî dikare bibe modelek û girseyî bibe.
Çîgdem Dogû jî di dewama axaftina xwe de diyar kir, di serdemên krîz û kaosê de kê xwe bêhtir bi rêxistin kiribe, bi xurtî têdikoşe û bi rêxistin dike, ew bi ser dikeve û anî ziman, sîstem ji her alî ve êrîş dike lê jin jî li dijî van êrîşan li ber xwe didin, xwe bi rêxistin dikin.
Dogû da zanîn, şerê ku ew niha li çeperan dimeşîne, tirsa herî mezin e di dilê sîstemê de û wiha dewam kir: "Li aliyekî modela şexsekî ku di kesayetiya AKP-Erdogan de derketiye holê, li aliyê din jî hevgirtina hevpar ku weke TYJŞ me pêşkêş kiriye. Modela me afirandina jiyana azad û wekhev e. Em çiqasî vê bixin meriyetê û berê jinan bidin vê, em ê ewqasî karibin krîzê zû çareser bikin. Bi polîtîkayên heyî re hewl tê dayîn gelên Kurd û Tirk li hemberî hev şer bikin. Ev polîtîkayeke qirêj a neteweperest e. Sekna me sekna li dijî polîtîkayên neteweperestiyê ye. Lewma me li ber sîstemê radibin."
Dogû anî ziman, sîstemeke bi vî rengî, destûra bi vî rengî ya bingehîn ne ya qebûlkirinê ye û destnîşan kir, her kesê ji xwe re dibêje 'ez mirov im, ez bi wijdanim' nikare vê rewşê qebûl bike.
'GIRÎNG E JIN XWEDÎ LI DENGÊ XWE DERKEVIN'
Hêvî Sarya da xuyakirin, ku gelek sedemên wan hene ji bo di referandûmê de dengê 'NA' bi kar bînin û ragihand, weke TYJŞ ew ê ji AKP a kujerê gelan e bêjin 'NA'. Sarya got, "Di referandûmê de 'NA' yan jî 'erê' bi ser bikeve, wê dîsa şer derkeve hemberî me. Ji ber ku konsept û planeke AKP'ê ya şer heye. Em ji vê re amade ne. Em bang li her kesî dikin ku di vî warî de refên xwe diyar bikin. Pêwîste her kes li gorî ruhê pêngavê xwe amade bikin. Girîng e jin xwedî li dengê xwe derkevin û kolanan bikin qadên têkoşînê."