Tundiya li ser jinê zêdetir bûye

Li gorî Mor Çatiyê û KCDP'ê di pêvajoya pandemiyê de tundiya navmalî ya li ser jinê zêdetir bûye.

Bi pandemiya Covîd-19'ê re karantînayê dest pê kir, bi karantînayê re li piraniya cîhanê û li Kurdistanê û Tirkiyê jî zext û tundiya li ser jinê ya navmalî zêdetir bû. Li gorî Mor Çatiyê jinên ku ji ber pandemiyê di malê de asê man, 24 setan tundiya nav malê li wan hate kirin û diyar kir lê ev nayê wê maneyê ku beriya pandemiyê tundiya navmalî ya li ser jinê nebûye û bi pandemiyê re dest pê kiriye.

Li gorî Mor Çatiyê bi pandemiya Covîd-19'ê re tundiya li ser jinê li bajarên Kurdistanê û Tİrkiyê zêdetir bûye.

Di pêvajoya koranayê de dema ku jinan ji ber tundiya ku li ser wan tê kirin ji saziyên dewletê destek xwestine ti destekeke têrkar nedîtine, hikûmetê di pêvajoya pandemiyê de ti tevdîreke cidî li dijî tundiya li ser jinê nestandiye, Mor Çatî got, ''Em dibînin ku mekanîzmayên têkoşîna dijî tundiya jinê di rûdaneke biçûk a civakî de yek bi yek difeşkilin.''

Jinên ku serî li rêxistinên civaka sivîl dan, diyar kirin, dema ku ji bo tundî li wan hatiye kirin serî li polîsan dane, ji bo ku rapora tundiyê bistînin polîsan ew nebirine nexweşxaneyan.

Li gorî Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) jî jin ji ber virûsa koronayê destpêkirina pêvajoya hiqûqî re dikin. KCDP'ê got jinên ku ji bo ku tundî li wan bûye dixwazin ku ji hevserên xwe cihê bibin serî li wna dane, ji ber pêla vîrûsa koronayê ew mafê xwe yê ku serî li saziyên fermî bidin, dozê vekin taloq dikin. KCDP'ê diyar dike Wezareta Polîtîkayên Malbat û Sosyal a Tirkiyê  van serlêdanên taloqkirî û guhnedana îxbatên ku ji polîsan re tên, ji bîr dike û ji ber vê daxuyaniyên ku wezaret dide nîşan dide ku ti xebateke baş nayê kirin.