Schennach: Ji bo aştiyeke rasteqîn divê guherînên mezin bêne kirin

Rapotorê Tirkiyeyê yê Komîteya Şopandinê ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Stefan Schennach got, ji bo pêvajoyeke aştiyê ya rasteqîn divê li her qadê di mijara pirsgirêka Kurd de guherînên bingehîn bêne kirin.

STEFAN SCHENNACH

Raportorê Tirkiyeyê yê Komîteya Şopandinê ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Stefan Schennach danûstandinên xwe yên piştî serdana dawî ya li Tirkiyeyê nirxand. Schennach anî ziman ku li welêt pêvajoyeke aştiyê nîne, lê belê bangên ku ji bo aştiyê têne kirin divê bi rengekî cidî bêne nirxandin.

Schennach diyar kir ku di çarçoveya serdanê de wan hevdîtin bi wezîran, rayedarên dadgeriyê û mehkûman re kirine û di van hevdîtinan de pêvajoya aştiyê pirsîne. Schennach got, "Di dema serdana xwe de ya li Tirkiyeyê me hevdîtin bi wezîran, hin rayedarên dadgehan û bi tesadufî bi hin mehkûman re hevdîtin kirin. Em li ser qaşo pêvajoya aştiyê axivîn û gelek pirs pirsîn: Ev pêvajo bi rastî jî tê çi wateyê? Efû çi ye, çi vedihewîne? Di nava vê pêvajoyê de kîjan guherînên qanûnî hene?"

'NE TENÊ BÊÇEKBÛYÎN, PÊWÎSTÎ BI GUHERÎNA CIVAKÎ HEYE'

Raportor destnîşan kir ku aştî tenê bi danîna çekan nabe û ragihand ku divê nêzîkatiyeke hevgirtî li meseleya Kurd a li Tirkiyeyê bê nîşandan. Schennach anî ziman ku şert e li mijarên perwerde, rêveberiya cemaweriyê û tevlîbûna civakî guherînên bingehîn bêne kirin û got, "Eger bi rastî jî hûn qala aştiyekê dikin, wê demê divê hûn meseleya Kurd di çarçoveya dibistanên seretayî, sîstema perwerdeyê û rêveberiya cemaweriyê de binirxînin. Gelek hêmanên vê pêvajoyê hene. Ev yek ne tenê destberdana ji çekan a PKK'ê ye; ev bi tena serê xwe aştî nîne. Ya rast ez hîn nizanim bê çi nav li vê yekê bê kirin."

'ME MÎNAKA ÎRLANDA BAKUR BI BÎR XIST'

Schennach diyar kir ku bi mînakên li Ewropayê re wan pêvajoya aştiyê ya li Îrlanda Bakur ji bo Tirkiyeyê weke modeleke hêja xistin rojevê û got, "Me Peymana Îrlanda Bakur weke mînak nîşan dan; peymaneke welê ye ku li welatekî ku bi deh hezaran mirov mirin an jî hatin girtin, aştiyeke mayinde û rasteqîn pêk anî. Hikumeta Brîtanyayê mehkûm serbest berda û di vê pêvajoyê de sererastkirinên ku weke Peymana Paskalya (Good Friday) tê naskirin, kete meriyetê."

'RAPORTOR WÊ MEHA COTMEHÊ RAPORA XWE PÊŞKÊŞ BIKE'

Schennach destnîşan kir ku di mijara çareseriya demokratîk û aştiyê de ew hîn di destpêka nîqaşên li Konseya Ewropayê ne û anî ziman ku ji bo kûrbûna pêvajoyê wê meha Cotmehê raporeke berfireh pêşkêş bike.