Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel di Civîna Lîjneya Giştî ya KCD’ê de axivî, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, destnîşan kir ku bi tecrîdê pê li demarên Kurdan dikin. Tûncel îfade kir ku heta agahî ji Ocalan bê girtin wê gelê Kurd çalakiyan li dar bixe.
Cîvîna Lîjneya Giştî ya Navberê ya KCD’ê, li Amedê, li Salona Şanoyê ya Şaredariya Mezin piştî axaftina Hevserokên KCD’ê Hatîp Dîcle û Leyla Guven destpê kir.
Guven bal kişand ser kampanya KJA’yê, destnîşan kir ku ji bo azadiya Ocalan wê jinên Kurd tora têkoşînê mezintir bike. Guven diyar kir ku heta Ocalan azad nebe wê gelê Kurd azad nebe, got ji ber vê jî rewşa Ocalan wan dixe nav fikaran. Guven li ser nêrînên ku medya têkîldarî Ocalan ava dikin jî rawestiya, îfade kir hewldana şerê psîkolojîk didome.
Guven got, “Rol û mîsyona KCD’ê diyar e. KCD, 59 endamên meclîsa daîmî, 501 endamên meclîsa giştî, 2 partiyên siyasî û saziyan digire nav xwe. Lewre jî rol û mîsyona xwe cuda ye. Em ê di vê pêvajoyê de bajar bi bajar bi delegeyên xwe re civînan li dar bixin, hewl bidin sîstemê bi cih bikin.”
TÛNCEL: AKP TÊK ÇÛ
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel diyar kir ku di demek dîrokî de lîjneya giştî ya KCD’ê tê lidarxistin, destnîşan kir ku plansazî li vir wê xwedî girîngiyek mezin be. Tûnce wiha dewam kir: “Bi hewldana darbeyê ve xwe di dewletê de bicihkirin nîne, bidestxistina dewletê heye. Tifaqa AKP’ê xira bûye, li beramberî polîtîkayên şer têk çûye. Wek darbeya leşkerî pûç bûye tê xuyakirin, lê talûke hê jî didome. Erdogan jî AKP’e jî vê dizane.”
DIVÊ EM ENIYA DEMOKRASIYÊ BILIND BIKIN’
Tuncel got, ‘’Em bi êrîşeke wiha te hevrû bûne ku dixwazin em nikarin hilmê bistînin. Tam jî li cihê ku ew êrîşê dibine ser, em ê demokrasiya xwecih xurt bikin. Pêdivî bi avaniyeke wiha heye ku pêşengtiyê ji vê re bike. KCD’ê di vê mijarê de pêşengtiyê bike jî, weke partiyên siyasî berpirsyariya me heye ku em pêşengtiyê bikin. Em bi gel re bi awayekî xurt vê hev bibînin, em dikarin vê pêk bînin. Divê em eniya demokrasiyê xurt bikin.’’
BANGA HEVKARIYÊ JI BO NISÊBÎNÊ
Tuncel têkildarî qedexeya domdar a Nisêbînê jî got, divê bi Nisêbînê re hevkarî were kirin û got, ‘’li Nisêbînê berxwedaneke mezin hate nîşandan, ji bo vê deynê li ser stûyê me ye ku em berpirsyariya xwe li ser xwe bi cih bînin.
‘HEYA BIRÊZ OCALAN AZAD BIBE EM Ê LI SER PIYAN BIN’
Tuncel xwest ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bayaê bezê rabe û got: ‘’Dewlet bi zanebûn vê polîtîkayê didomîne, di rehekên Kurdan dilîze. Rajena wê dipîve. Di vê qonaxê de ku ji berdestikên xwe jî bawer nakin, em ê çawa ji Wezerê Adaletê bawer bikin? Em gotina wan a ‘arîşe nîn e’ qebûl nakin. Kurd, heya ku Birêz Ocalan azad bibe wê li ser piyan be. Aniha divê CPT were û hevdîtînê bike. Naxwe tiştên ku têne jiyîn li Tirkiyê wê rê li ber kêşeyên mezin veke.’’