Tuncel: Li Tirkiyeyê yekane rêya rizgarbûnê azadiya Ocalan e
Sebahat Tûncel di konferansê de ku bi mijara “Bi nêrînên Abdullah Ocalan, aştî û aramiya li Rojhilata Navîn” tê lidarxistin ji ANF’ê re axivî, got li bajarê li Silêmaniyê lidarxistina vê konferansê pir girîng e.
ANF
SILÊMANÎ
sêşem, 19 tîrmehê 2016, 15:22
Hevseroka DBP’ê Sabahat Tûncel a ku beşdarî konferansa bi mijara “Bi nêrînên Abdullah Ocalan, aştî û aramiya li Rojhilata Navîn” ku li Silêmaniyê hate lidarxistin bû, destnîşan kir ku ji alozî û nearamiya ku Tirkiyeyê daye nav, yekane rêya rizgarbûnê azadiya Ocalan e.
Di demê konferansê de Sabahat Tûncel ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku lidarxistina konferansê ya li Silêmaniyê pir girîng e.
Tûncel wiha axivî: “Gotûbêjkirina hevdîninên Birêz Ocalan ên ku li dijî Modernîteya Kapitalîst, pêşxistina Sîstema Modernîteya Demokratîk ne tenê di aliyê Kurdan de, ji bo hemû gelên cîhanê jiyaneke nû ava kiriye, hê bi asayîtir nirxandina hevdîtinan girîng dibînim.”
Tûncal anî ziman ku li gel kirîzên kapitalîsmê, wê ev nirxandin di rojên pêşiya me de hê zêdetir bibin mijara nîqaşê û wiha got: “Ez hêvî dikim ku lidarxistina vê konferansê wê ji bo aştiya li Rojhilata Navîn derfetê biafirîne.”
Tûncel destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê di sala 2015’an de hem dawî li pêvajoya çareseriya demokratîk anî hem jî li ser Ocalan tecrîda giran da destpêkirin. Tûncel wiha pê de çû: “Birêz Ocalan hişyarî dabû. Tirkiye di rêderketinê de ye. Yan wê li Tirkiyeyê rêyekî demokratîkbûneke radîkal derbikeve yan jî wê şer destpê bike. Heta ku pirsgirêka Kurd çareser bibe wê bingehê darbeyê pêk were. Di vê mijarê de gelek caran hişyarî dabû. Ya rastî me ev di 15’ê Tîrmehê de dît. Li Tirkiyeyê hewldaneke darbeyê pêk hat.”
Tûncel bi bîr xist ku hê jî dînamîka darbeyê bi dawî nebûye û hê jî dewam dike. Tûncel wiha got: “ Tekane rêya rizgarbûna Tirkiyeyê ji vê yekê muzakere ye. Çareserkirina pirsgirêka Kurd li ser bingehê muzakereyê ye.”
Tuncel da xuyakirin ku li Tirkiyeyê demokrasî nîne û AKP ne di nobeda demokrasiyê de ye û wiha dewam kir: “Li wir siyaseta AKP’ê ya yek mêriyê derket pêş. Demên li pêş me dibe hê bi zortir derbas bibe. Tekane rêya rizgarbûna Tirkiyeyê ya ji vê jî azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.”
Tûncel diyar kir ku yê ku li Îmraliyê dîl hatî girtin, pêşeroja gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Ji ber vê sedemê divê demildest dawî li polîtîkaya dîlgirtinê bînin. Tûncel, her wiha diyar kir ku piştî hewldana darbeyê jî fikarên têkildarî rewş û tendirustiya Ocalan jî zêde bûne.
Tûncel ragihand ku ew weke DBP’ê bi rayedarên hikûmetê re civiyane, fikarên xwe anîne ziman û nêzîkatiyên hikûmetê yên di vî alî de jî nayên qebûlkirin.
Tûncel herî dawî ev got: “Gelê Kurdistanê pir bi fikar e. Ji derbaskirina van fikaran jî hikûmeta AKP’ê berpirsyar e” û daxwaz kir ku bi Ocalan re hevdîtin pêk were.