Tolhildan: Zîlan bi çalakiya xwe felsefeya jiyana azad afirand

Endama Komîteya Şehîdan a PKK'ê Zîlan Tolhildan got, "Ruhê ku berxwedan a niha ya dîrokî derxiste holê ruhê fedayî yê Zîlanan, Bêrîtanan, Gulanan û Semayan e."

Endama Komîteya Şehîdan a PKK'ê Zîlan Tolhildan di salvegera 23'an a çalakiya Zîlan de ji ANF'ê re axivî.

Tolhildan di şexsê Zîlan, Gulan (Fîlîz Yerlîkaya) ya ku 7'ê Hezîranê jiyana xwe ji dest da, Sema Yuce ya ku 17'ê Hezîranê jiyana xwe ji dest da, şehîdên meha Hezîranê bi bîr anî û got, "Li pêşberî rastiya ku şehîdan derxistin holê bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. PKK rastiyeke ku ji aliyê şehîdan ve hatiye afirandin. Zîlan a ku 30'ê Hezîrana 1996'an bi lehengî jiyana xwe feda kir, êrîşên sîstema mêtinger ên ji bo têkbirina îradeya jinê ya azad baş dît. Rastiya me ya civakî dîrokî, rastiya me ya têkoşînê bi xurtî analîz kir û têgihişt. Her wiha pêwîstiyên felsefeya jiyana azad a Rêber Apo baş zanîbû. Sekna milîtanî ya Tevgera Jinê ya Azad pejirand. Li dijî metirsiyên derve û hundir bi hêz, ruh û felsefeyeke mezin di dema çalakiyên fedayî de bû xwedî sekneke fedayî. Bi çalakiya xwe bû fermandara me ya herî mezin. Em şagirtên Zîlan in, em şagirtên şehîdên xwe ne."

Tolhildan diyar kir ku di şexsê Gulan de ku 7'ê Hezîranê jiyana xwe ji dest da şêweyê fermandariya fedayî ya serdemê tê dîtin û got, "Şehîd Gulan mînaka herî mezin a fermandarî, sekn û kesayetiya milîtanî ye. Hemû taybetmendiyên ku Şehîd Zîlan derxiste holê mirov dikarin di kesayetiya Şehîd Gulan de bibînin. Sema Yuce di 8'ê Adara sala 1998'an de bi gotina 'li gerdûnê du roj nabe' li dijî tasfiyekariya li dijî Rêbertî çalakî kir. Rêberê me di şexsê Sema Yuce de îdeolojiya rizgariya jinê ragihand û diyar kir ku rizgarî bi sekna milîtanî û îdeolojiya xeta jinê dibe. Şehadetên fedayî ku mîna xelekên jiyana azad li pey hev rû dan, ji Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) heta Şehîd Zîlan li dijî hemû êrîşan bê navber domiyan. Şehîdên me bi çalakiyên xwe bi fedayî nîşan dan ku sekn û bersiva li dijî êrîşên li dijî Rêbertî, gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd divê çawa be. Lewma Rêber Apo ji bo Zîlan got, ew ji bo me fermandar e. Zîlan ferman da me ku divê em bi çi rengî bersivê bidin dijmin."

Tolhildan anî ziman ku serdema heyî jî pêvajoyeke dîrokî ye, têkoşîneke dîrokî ye û got, "Çalakiya şehîd Zîlan bû felsefeya jiyanê. Taybetmendiya herî mezin a xwedawendiyê afirînerî û rêxistinî ye, bersiva li pêvajoyê ye; Zîlan mînaka herî mezin a vê yekê ye. Zîlan bersiv da demê."

Tolhildan destnîşan kir ku divê gelê Kurd û şoreşgerên wan bi ruhê Şehîd Zîlan tevlî pêvajoyê bibin û got, "Di vê çarçoveyê de divê em wezîfeyên xwe pêk bînin. Ruhê ku ev berxwedana dîrokî afirand ruhê fedayî yê Zîlan, Bêrîtan, Gulan û Semayan e. Di serî de jin û ciwan divê gelê me bi vî ruhî li dijî dagirkeriya Tirk tevbigerin."