Tokmak wê roja Pêncşemê bê emeliyatkirin
Girtiya nexweş Fatma Tokmak a ku qapaxên dilê wê îflas kirine ji ber ku rewşa wê giran bû hate hînbûn ku wê roja pencşemê bê emeliyatkirin.
Girtiya nexweş Fatma Tokmak a ku qapaxên dilê wê îflas kirine ji ber ku rewşa wê giran bû hate hînbûn ku wê roja pencşemê bê emeliyatkirin.
Girtiya nexweş Fatma Tokmak a ku qapaxên dilê wê îflas kirine ji ber ku rewşa wê giran bû hate hînbûn ku wê roja Pencşemê bê emeliyatkirin.
Girtiya nexweş Fatma Tokmak a di lîsteya girtiyên nexweş ên ÎHD’ê de cih digire û li Girtîheta Bakirkoyê tê girtin hat hînbûn ku wê roja Pencşemê bê emeliyatkirin. Bijîşkan ji bo Tokmak gotibûn ku qapaxên dilê wê îflas kirine û di dilê wê de 2,5 santîm kirêc girtiye ji ber vê yekê jî wê roja Pencşemê li Beşa Kardiyolojiyê ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sadî Konuk bê emeliyatkirin.
Tokmak meha Nîsanê ji ber ku rewşa wê giran bûbû rakiribûn Beşa Kardiyolojiyê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Mehmet Akîf Ersoy û li vir di encama tetkîkan de derketibû holê ku çar qapaxên dilê wê îflas kirine. Bijîşkan gotibû ku di şert û mercên girtîgehê de heke bê emeliyatkirin ji sedî 10 dikare bijî û piştî emeliyatê jî divê herî kêm meheke di beşa lênêrîna giran de bê dermankirin.