Tokmak di bin kontrolê de ye
Girtiya nexwş Fatma Tokmak ku li nexweşxanayê emelyat bû, piştî emelyetê xistin bin kontrolê û tê gotin ku di rojên pêş de wê emelyeta dil ya vekirî bibe.
Girtiya nexwş Fatma Tokmak ku li nexweşxanayê emelyat bû, piştî emelyetê xistin bin kontrolê û tê gotin ku di rojên pêş de wê emelyeta dil ya vekirî bibe.
Fatma Tokmak ku çar kapaxên dilê wê îflas kir û duh êvarê sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Pewerdehiya Dr. Sadî Konuk a Bakirkoyê hat kirin emeleyata dil derbaskir û piştî emeliyetê birin serwîsê û xistin bin kontrolê.
Kurê Tokmak, Azad Tokmak diyar kir ku rewşa dayika wî başe û wiha got: “Em nekarin kengî wê bê derxistin. Agahiyek nehat dayîn. Doktor dibêjin wê dihefteyên pêş de emelyeta dil a vekirî bibe.”
Bi pêşengiya KJA’yê jinên TUAD’î, Komeleya Jinan a Gokkuşagi, Komîsyona Jinan a OHD’ê û endamên Dayikên Aştiyê bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyan li ber Girtîgeha Bakirkoy a jinan wê îro saet di 12’an de daxuyaniyek bidin çapemeniyê.