TJKE: Erdogan dijminahiya xwe ya li dijî jin û mirovahiyê careke din nîşan daye

TJKE’ê têkildarî Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ku li Îdirê heqeret li jinên ku ew protesto kiribûn, kir, daxuyaniyek da û got: “Erdogan careke din dijminahiya xwe ya li dijî jinan û gelan nîşan daye.”

TJKE’ê têkildarî Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ku li Îdirê heqeret li jinên ku ew protesto kiribûn, kir, daxuyaniyek da û got: “Erdogan careke din dijminahiya xwe ya li dijî jinan û gelan nîşan daye.”

Tevgera Jinên Kurd ên li Ewropayê TKJE) daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku Erdogan li ser gelên Tirkiyeyê ne ‘serokkomar’, wek belayekê sekiniye û Erdogan careke din dijminahiya xwe ya li dijî jin û gelan nîşan daye. Di berdewamiyê de wiha hate gotin:

“Erdogan li Îdirê beşdarî merasîma vekirinê bûye. Li dijî jinên ku ew protesto kirine, heqeret kir û ev gotin ji aliyê mirovên bi rumet û terbiye nayên vegotin. Ev nîşaneya ku hêrsa desthilatdariyê, mirovan çiqas dixîne nîşan dide. Erdogan bi van gotinên xwe yên li dijî jinan, polîtîkayên faşîzan û dîktator dimeşîne.  Li Îdirê li jinên ku helwesta xwe ya demokratîk danîne holê, gotinên bê terbiye gotiye û ev gotin ne tenê li jinan li hemû gelan hatiye kirin.

Ev zîhniyeta Erdogan her roj tîne ziman, tecawiz û tacîza li ser jinan didomîne, jinan dide qetilkirin.  Ev ziman û serê çanda tecawizê ye. Ji bo ev zîhniyeta ku jinê wek mirov nabîne û tenê wek meta zayendî digire dest, ji holê bê rakirin, peywir dikeve ser milê hemû kesên ku ji xwe re dibêjin em demokratin.

Xuyaye ku Erdoganê ku serkêşiya vê zîhniyet û van gotinan dike, nekare gelên Tirkiyeyê temsîl bike. Erdoganê ku di şexsê HDP’ê de hêza gelan û jinan a mezin bûye dîtiye, çavosor bûye. Divê Erdogan û siyaseta ku wî temsîl dike têk biçe.  Hilbijartinên 7’ê Hezîranê navê vê ye. Bersiva herî xweş ya ku ji bo wî bê dayîn eve ku divê jin û gel sekna azad û hêza xwe zêdetir xurt bike.

Dîsa bersiva herî xurt wê jin bide vê zîhniyetê. Wê nêrîn, îrade, beden û jiyana jinê ji vê zîhniyet û xwediyên vê zîhniyetê azad bike. Wê rê nedin dîktator û faşîzmê. Jinên Kurd û Tirk wê bi hev re û di nava yekîtiyê de bin.  Wê tenê gotinên Erdogan şermezar nekekin, li her derê tevgera jinê bi hev re înşa bikin.”