TJKE, êrîşa namerdî ya dewleta Îranê ya di şexsê Ferînaz Xosrawanî de kir, şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Rêxistinên jinan ên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê divê li hemberî vê hovîtiyê bêdeng nemînin."
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) got, "Di 7'ê Gulanê de li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Mahabadê, rûyê dewleta Îranê yê dijminê jin û mirovahiyê careke din sûcek li hemberî mirovahiyê kiriye. Jina Kurd Ferînaz Xosrawanî ji bo xwe ji hewldana tecawizkariyê ya endamên îstîxbarata Îranê rizgar bike xwe ji qatê çaran avêtiye û jiyana xwe ji dest daye.
Li ser navê hemû jinên ji xwe re dibêjin em mirov in, em vê hovîtiyê bi hêrs û nefreteke mezin şermezar dikin. Em çalakî û hêrsa gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê ku li pêşberî vê hovîtiyê bêdeng nema û mafê jiyanê parast, silav dikin."
'DIVÊ KES BÊDENG NEMÎNE'
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev êrîşa hêzên dewleta Îranê, di şexsê Ferînaz Xosrawanî de li hemberî hemû jinan û tevahiya mirovahiyê hatiye kirin" û ev yek hat destnîşankirin:
"Li hemberî vê êrîşa namerdî ya ji aliyê xwediyê zîhniyeta ji serdestiya mêr ve hatiye kirin, divê ti kes bêdeng nemîne, helwestê û nerazîbûnê nîşan bide.
Vê bûyerê careke din nîşan daye ku dewleta Îranê li hemberî jin û gelan polîtîkayeke kûr a komkujî û tepisandinê dimeşîne. Ev bûyer nîşaneya tirsa ji jina ku li Rojhilata Navîn û Îranê zane bûye, polîtîkayên tecawiz û mirinê qebûl nake ye. Ev êrîş parçeyek ji komkujiya jin û civakê ya ji aliyê çeteyên hov ên DAIŞ'ê ve tê kirin e. Xwediyên vê zîhniyeta dixwaze beden, hebûn û nêrÎna jinê qetil bike û bike koleyê xwe, bi awayekî bê perwa êrîşî jinên li dijî zilm-faşîzmê li ber xwe didin û rûmeta xwe diparêzin, dikin.
Heman Îranê beriya niha Reyhane Cebarî ya li hemberî êrîşa wezîfedarê dewletê jiyana xwe parastibû, îdam kiribû. Her wiha di 9'ê Gulana 2010'an de şoreşgera jin a Kurd Şîrîn Elemhûyî îdam kiribû. Îran li nava civakê û li zîndanan polîtîkayên zext, zilm, tecawiz û îdamê li hemberî jinê û alîgirên demokrasî û azadiyê dimeşîne. Şoreşgera jin a Kurd Zeynep Celaliyan jî hînê di bin îşkenceyên giran de li zîndanê esîr tê girtin.
Îran, Tirkiye û dewletên din ên Ereb dizanin ku hêza pêşeng a şoreşa demokratîk-azadîparêz a li Rojhilata Navîn jin e. Ji hêz û pêngava şoreşgerî ya jina rêxistinbûyî û zane, ditirsin.
Aşkera ye ku Îran bi qetilkirina jin û civakê, bi sûcên li dijî mirovahiyê re hewl dide li Rojhilata Navîn bibe hêzeke hegemonîk û mêtînger. Ferînaz Xosrawanî weke jineke Kurd helwesta xwe a li dijî hewldana tecawizê, mirinê nîşan da. Rûyê qirêj ê Îranê derxist holê. Ji bo xwedîderketina li Ferînazan, li Reyhanan, li Şîrînan, ji bo hesabpirsîna ji dewleta Îranê û hemû dewletên qetlîamkar-tecawizkar, parastina rûmeta jinê û mirovahiyê, wezîfeya me hemûyan e."
'EM BI XURTÎ BEŞDARÎ ÇALAKIYAN BIBIN'
TJKE destnîşan kir ku jinên li Rojhilata Navîn bi taybetî jî jinên Kurd wê li hemberî zilm, serdestiya mêr, hovîtî û her şêwe êrîşên mêtîngeriyê parastina xwe dewam bikin û got, "Jinên Kurdistanî yên ji Şengalê heta Kobanê rûmeta jinê û mirovahiyê parastin, mînakên vê yên lehengiya dîrokî nîşan dane.
Rêxistinên jinan ên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê divê li hemberî vê hovîtiyê bêdeng nemînin û dewleta Îranê ji ber polîtîkayên dijminatiya li jin û mirovahiyê, şermezar bikin.
Di kesayetiya Ferînaz Xosrawanî û şoreşgera Kurd Şîrîn Elemhûyî de, girîng bi xurtî xwedî li jinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li ber xwe didin, were derketin.
Careke din em vê êrîşa namerdî ya dewleta Îranê şermezar dikin û bang li hemû jinan dikin ku bi xurtî beşdarî çalakiyên protestoyî bibin."