TJK-E’yê ji bo meşa Brukselê banga tevlîbûnê kir
TJK-E’yê ji bo meş û mîtînga Brukselê ku 17’ê Mijdarê li dijî faşîzma AKP/Qesrê wê pêk were, banga tevlîbûnê kir.
TJK-E’yê ji bo meş û mîtînga Brukselê ku 17’ê Mijdarê li dijî faşîzma AKP/Qesrê wê pêk were, banga tevlîbûnê kir.
Koorînasyona Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) têkildarî faşîzma AKP’ê û meş û mîtînga ku 17’ê Mijdarê wê li paytexta Belçîka Brukselê were kirin, daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "AKP û rejîma Erdogan ku rûyê faşîzmê yê sedsala 21. e, bi 15’ê Tîrmehê re hemû planên xwe sazkar kirine û ketine hewldana dagirkirina nirxê gelê Kurd, jin, ciwanan."
Bi berdewamî wiha hate gotin: "Desthilatdariya faşîst a AKP’ê, bi dîktatoriya Erdogan li dijî Kurdan bi êrîşên îmha û înkarê hewl dide ku hebûna xwe bidomîne. AKP li dijî gelên Tirkiyeyê, çepgir, sosyalîst û hêzên demokrasiyê, jinan, akademîsyen, çapemeniya azad, sendîkayan şer ragihandiye. Faşîzma ku AKP dixwaze zal û serwer bike ji bo siberoja hemû gelên herêmê talokeyeke mezin e. Herî dawî dagirkirina şaredariyên gel, dîlgirtina hevserokên HDP’ê, rêveberiya KJA’yê, wekîl û siyasetmedarên Kurd, diyar dikin ku ev êrîş ketine qonaxeke nû de."
'EM SÎSTEMA XWE YA DEMOKRATÎK AVA BIKIN'
Li dijî van êrîşan tekane rê ew e ku em têkoşînê li her qadê geş bikin û sîstema xwe ya demokratîk ava bikin. Li dijî van êrîşên faşîzmê ku li dijî hemû qadên me yên jiyanê pêk aniye, roja ku em li nirxên xwe xwedî derbikevin ev roj e. Li dijî faşîzmê rêxistina eniya hevpar, dayina têkoşîna hevpar li pêş dîrokê berpirsyariya me ya dîrokî ye. Gelê Kurd li dijî van êrîşan xeta berxwedan û têkoşînê li ber xwe daniye. Di vê rêyê de, bi pêşengiya jinan têkoşîneke bêhempa nîşan daye, heta ku faşîzmê li bin guhê erdê bixîne, her roj, her gav wê vê têkoşînê geştir bike."
BANG
TJK-E’yê bang li hemû alîgirên demokrasî û azadiyê kir, ku 17’ê Mijdarê, roja Pêncşemê saet 10.00’an tevlî meş û mîtîngê bibin."