TJK-E'yê destgîrkirin şermezar kir, bang li gel kir

TJK-E'yê nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî da ku li dijî jinên Kurd tên kirin û bang li gelê Kurd kir ku xwedî li îradeya xwe derkeve.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) têkildarî operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî jinan daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku polîtîkayên rejîma faşîst a AKP-MHP'ê yên dijminatiya li jinan roj bi roj zêde dibe û hate gotin, "Têkoşîna jinan a li dijî tundî, faşîzm û neheqiyê jî dewam dike. Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ku ji têkoşîna bi rûmet a jinan ditirse, îro serê sibehê dest bi pêleke nû ya êrişê kir."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di operasyonên qirkirina siyasî de yên li Amed û Dîlokê gelek jin di encama polîtîkaya dijminatiya li jinan de yên AKP-MHP'ê hatin destgîrkirin û hate gotin, "Em vê kiryara nehiqûqî şermezar dikin û diyar dikin ku jin wê van êrişan ti carî qebûl nekin. Divê aktîvîstên jin ên hatine destgîrkirin tavilê bên berdan."

TJK-E'yê diyar kir ku wê têkoşîna xwe ya li dijî van êrişan mezin bikin û bang li gel bi taybetî jî jinan kir ku xwedî li îradeya xwe derkevin.