TJK-E wê bi şiyara 'Garantiya azadiya me xweparastin e' dakeve qadan

TJK-E wê di 25'ê Mijdarê de bi şiyara 'Garantiya azadiya me xweparastin e' dakeve qadan.

Desteya Rêveber a Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) civîna xwe ya asayî ya 3 mehan, di navbera 7-8'ê Mijdarê de lidar xist. Di civîna ku nûnerên hemû pêkhateyên TJK-E lê amade bûn de hat ragihandin, ku wê bi îdîa û biryardariya xwedîderketina li xwerêveberiyan, ku pêkanîna şênber a avakirina neteweya demokratîk e, xebat bên meşandin.

Di civîna bi beşdariya 35 nûneran de, di rojeva siyasî de mijarên; tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêngava xwerêveberiyê ya li Kurdistanê, rewşa li Roajvayê Kurdistanê û encamên hilbijartinê yên 1'ê Mijdarê hatin nirxandin.

Ha tragihandin, ku xebatên çalakî, dîplomatîk û civakî yên ji niha û pê ve werin meşandin, wê di çarçoveya xwedîderketina li xwerêveberiyan bin û hat destnîşankirin, ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan TJK-E wê çalakiyên afirîner û bi biryar pêk bîne.

Di civînê de rêze çalakiyên destpêkê wê di 12'ê Mijdarê roja çûyîna Ocalan a ber bi Romayê de, li gelke bajarên Ewropayê bên lidarxistin.

Di civînê de asta pêşengiya jinê ya di avakirina neteweya demokratîk de hat nirxandin û biryar hat dayîn ku komun û meclîsên ku pîvana bingehîn a pêkanîna vê yekê ye li Ewropayê bên xurtkirin, li bajarên nîne, werin avakirin.

Di civînê de wekî din biryar hat dayîn ku ji bo jin û zarokan proje bên avakirin û li ser têkiliyên TJK-E bi tevgerên din ên jinan re, nîqaş hat meşandin.

Beşdarên civînê diyar kirin ku îdîaya pêşengiya îdeolojîk a jinê bi jineolojiyê re şênber bûye û destnîşan kirin, ku vê yekê pêşî li xeteke têkoşînê ya ku li qada pratîkê belav bibe, vekiriye.

Di civînê de ji bo hevgirtin û li hev kombûna bi tevgerên jinan re li qada navneteweyî, plansazî hatin çêkirin. Biryar hat dayîn ku çalakiyên 25'ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinê, bi vê perspektîfê bên lidarxistin.

TJK-E wê di çalakiyên îsal ên 25'ê Mijdarê de bi şiyara 'Garantiya azadiya me xweparastin e' dakeve qadan. Her wiha, di çarçoveya avakirina civakî de wê li bajarên cuda, panel, semîner û çalakiyên bi vî rengî werin lidarxistin