TJK-E: Roj roja xwedîderketina li xwerêveberiyan e

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), bang li gelê Kurd, jin, dost û hêzên şoreşger-demokratîk ên li Ewropayê dijîn kir, ku dakeve qadan û xwedî li xwerêveberiyan derkevin.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) dest nîşan kir ku cihê desthilatdariya 13 salan a AKP'ê gihaştiye; şer, hilweşîn û kaos e. TJK-E ragihand ku daxwazên demokratîk ên civakê, ti carî mîna vê demê nehatine binpêkirin.

'ŞERÊ AKP Û DÎKTATORIYA ERDOGAN LI DIJÎ GELÊ KURD DIMEŞÎNE, SÎNORÊN HOVÎTIYÊ DERBAS KIRIYE'

Di daxuyaniya TJK-E de hat gotin, "Asta şerê AKP û dîktatoriya Erdogan bi taybetî di şeş mehên dawî de li dijî gelê Kurd dimeşîne, sînorên hovîtiyê derbas kiriye û di nava civakê de birînên mezin ên ku pêçandina wan zehmet e, vekiriye.

Desthilatdariya AKP-Erdogan a ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de winda kir, darbe kir û qaşo bi 'hilbijartinê' re ji nû ve serweriya xwe îlan kiriye. Di rewşa heyî de Tirkiye bi rejîmeke dîktatorî tê birêvebirin, her zindiyê serê xwe radike, berdêla vê bi canê xwe dide.

Di tevahiya desthilatdariya AKP'ê de Rêberê me ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê hewldaneke awarte nîşan da û ji bo jiyana bi hev re ya gelan ked da. Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li gorî vê gav avêt û bersiv da hemû bangên agirbestê.

Lê belê AKP'e, niyeta baş a Rêberê me, ked û hewldanên ji bo aştiyê, ji bo dewamkirina xwe bi kar aniye û serî li gelê Kurd gerandiye.

Rûyê rast ê AKP'ê, nêzîkatiya xwe ya li pêvajoya çareseriyê li Kobanê derketiye holê. Gelê Kurdistanê li her derê rabûye serhildanan û bersiv daye polîtîkayên mijûlkirinê û qirêt ên AKP'ê.

Helwesta AKP'ê ya li hemberî Kobanê, helwestek li dijî gelê Kurd e û redkirina Kurdan e."

'EM ÎLANÊN XWERÊVEBERIYÊ RAST DIBÎNIN Û XWEDÎ LÊ DERDIKEVIN'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku îlanên xwerêveberiyên demokratîk ên gelê Kurd, helwestek li hemberî vê redê ye û hat gotin, "Gelê Kurd êdî naxwaze ji Enqere, Şam, Bexda û Tehranê bê birêvebirin. Dixwaze ji jêrê ve xwe bi rê ve bibe û biparêze. Gelê Kurd dixwaze statuya xwe zelal bike û di çarçoveya pîvanên demokratîk de bi gelan re bijî. Îlanên xwerêveberiyê ji bo vê ye. Em weke jinên Kurd ên li Ewropayê dijîn, îlanên xwerêveberiyê rast dibînin, rewa dibînin û xwedî lê derdikevin."

'EM XWEDÎ LI XWERÊVEBERIYAN DERKEVIN'

Di dewama daxuyaniya TJK-E de hat gotin: "Di serî de Farqîn, em Gever, Cizîr, Nisêbîn, Sûrt, Sêrt, Dêrsim û hemû bajar û navçeyên xwerêveberî lê hatine ragihandin silav dikin.

Weke Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê TJK-E em bang li gelê Kurd, jin, dost û hêzên şoreşger-demokratîk ên li Ewropayê dijîn kir, ku dakeve qadan û xwedî li xwerêveberiyan derkevin."