TJK-E: Li hember Erdogan û klîka divê di serî de jin berxwedanê pêş bixin
TJK-E, diyar kir ku ji bo bersiva ji Erdogan û klîka şer re di serî de jin divê hemû kesên demokrat^, bindest û yên cihê wan di siberojên azad de hebin berxwedanê pêş bixin.
TJK-E, diyar kir ku ji bo bersiva ji Erdogan û klîka şer re di serî de jin divê hemû kesên demokrat^, bindest û yên cihê wan di siberojên azad de hebin berxwedanê pêş bixin.
TJK-E, diyar kir ku ji bo bersiva ji Erdogan û klîka şer re di serî de jin divê hemû kesên demokrat^, bindest û yên cihê wan di siberojên azad de hebin berxwedanê pêş bixin.
TJK-E têkildarî komkujiya gundê Zergelê ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve ku 8 sivîl hatin qetilkirin, daxuyaniyek weşand diyar kir ku ji bo bersiva ji Erdogan û klîka şer re di serî de jin divê hemû kesên demokrat^, bindest û yên cihê wan di siberojên azad de hebin berxwedanê pêş bixin.
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), da xuyakirin ku AKP weke hikûmeteke şer a çar çar dixwaze navê di dîroka qirkirina gelekî de careke din bide nivîsandin û got, îro di bomberdûmana gundê Zergelê yêQendîlê de din av de ku jineke ducanî jî hebû dawî li jiyana 8 kesan anîna û carekedin komkujî pêk anîne.
TJK-E’yê da zanîn ku ev konsepta şer piştî serketina hilbijartinên 7’ê Hezîranê re teqez bûye. TJK-E’yê got, “Bi taybetî jî krîza weke hikûmeta koalîsyan a nikare were avakirin belavî pêvajoyê bûye, ji bo şer û kaosê pêngavên herî girîng hatine avêtin û piştre jî komkujiyan destpê kiriye. Komkujiya li Pirsûsê bûye destpêka bi xwîn a vê. Piştre jî pêkanînên derveyî mirovî yên weke bomberdûmanên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, dîsa girtinên li erdnîgariya Kurdistanê pêş xistine, her wiha milê herî qirêj ê şerê topyekûn li ser cenazeyan, pêkanînên derveyî mirovahiyê kirin, teslîmî malbatên wan nekirin û di bin vê germahiya havînê de li ser sînor dana sekinandin, nêzîkatiyên dijî hiqûqa şer a dîktatoran e.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çawa 4 meh in agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û fikarên cidî ava dike, bi vê nêzîkatiyê ve girêdayî li hemberî gel ketine nava her cure hewldanan. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Ji milê din ve jî çiyayên Kurdistanê bênavber tên bombekirin, li Bakurê Kurdistanê binçavkirin û qetlîam didomin, li gundê Zergelê îro 8 welatiyên me hatin qetilkirin, cenaze li sînor têne sekinandin.
Artêşa wê ya tecawizkar û tacizkar DAIŞ’ê par di van deman de êrîşî Şengalê kir û bû sedema komkujiya dîrokî ya Kurdan. Tam di salvegera komkujiya Kurdan de dîktatoriya Erdogan û hikûmeta AKP’ê îro li gundê Zergelê qetilkirina 8 welatiyên me bi hev ve têkildar in û rastiya wan ji hev nedûr in. DAIŞ yeksane dîktatoriya Erdogan, nîşan dide ku weke ku ji destpêkê de îro jî bira ne, ji bo heman armancê şer dikin, komkujiyan pêk tînin. Lê li hemberî gelan, bindestan, berxwedana jinan û hêzên rêxistinbûyî wê ne DAIŞ dikare bisekine, ne jî klîka şer a Erdogan. Ti gumana bindestan tine ye ku wê zilm û wehşet bersiva xwe ya dîrokî bigire û wê cihê xwe yê heq kiriye bibîne. Ji ber vê yekê divê Erdogan ji hêza jinan, bindestan û gelên li ber xwe didin bitirse û dawiya xwe baş hesab bike.
Em ji bo mirovên me yên li gundê Zergelê jiyana xwe ji dest dane û ji hemû gelê me re sersaxiyê dixwazin, komkujiyê şermezar dikin. Ji bo bersivdayîna klîka şer a Erdogan, pêwîste di serî de jinên me, hemû kesên demoktratîk û bindest ên li siberojên azad de cihê wan heye bibin yekdeng û berxwedanê pêş bixin.”