TJK-E: Li dijî derbeya Qesrê xwedî li vîna xwe derkevin

Koordînasyona TJK-E diyar kir ku dewleta AKP’ê ya bi dehan caran bi polîtîkayên xwe yên dîlgirtinê ve bi çendan cara îspat kiriye ku ev “Cûntaya faşîst” e , bi piştgiriya CHP û MHP’ê jî “Derbeya 20’ê Gulanê” pêk anî.

Koordînasyona TJK-E diyar kir ku dewleta AKP’ê ya bi dehan caran bi polîtîkayên xwe yên dîlgirtinê ve bi çendan cara îspat kiriye ku ev “Cûntaya faşîst” e , bi piştgiriya CHP û MHP’ê jî “Derbeya 20’ê Gulanê” pêk anî.

Koordînasyona Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bi dewleteke ku dixwaze tirsa DAIŞ’ê li Kurdistanê bide diyarkirin û bi polîtîkayên şer ên qirêj her roj bi awayekî cuda dide meşandin re hevrû ne. Di daxuyaniyê de ev hatin gotin: “Desthilatdariya AKP’ê ji 24’ê Tîrmehê ve bi hemû hêza dewletê bi awayekî çavsorî êrîşî xaka Kurdistanê dike. Bi van êrîşên ku nikare encamê bigrin, vê carê jî bi mudaxeleyên li hember hilbijêrên gel dixwazin civakê bi rê ve bibin. Bi rêbazên hikûmetên beriya niha bikar anîne û ti encam negirtine ve, dixwaze vîna gel bişkîne û bi jehrîketina hêzê ve encamê bigirin. Em bi hişmendiyekî ku ji derveyî xwe tehemula dengê ti kesî nake re hevrû ne. Ji ber Neo Osmanî û Xanedantiyê dijminiya ku li dijî nirxên civak û civakbûnê her roja ku diçe hartir dibe. Lê, bila neyê jibîrkirin ku her zilm xwe mezin dike, hêzên antî sîstemê gel û jin berxwedanê bilind dikin. Em teslîmî koletiya ku sîstemê avakiriye nabin û stû jê re xwar nakin. Îro li Kurdistanê berxwedaneke ku ‘Plana hilweşandinê’ têk birî heye. AKP a ku ji çeteyên DAIŞ’ê hêzê digire tevî hovîtiya ku dimeşîne jî dengê ku ji dîrokê heta niha bêdeng nebûyî vedidin.

Berxwedana xwerêveberiyê ya li Nisêbîn û Şirnexê li dijî Xandantiyê gelek tişt bi me da fêmkirin. Bi vê watebûyînê “Em ne radestî Qesra we û Sûltanê we dibin” biherikîn kolanan. Hûn ditirsin? Na, dîroka me ya ji berxwedanê tijî rêya tirsê ji me re nehiştiye. Dengê berxwedanê ya ji Sara heta Sêvêyan ti car bêdeng nabin, bi waneyên ku yên netirsin çiqas bilind dibin tijî ne. Em ê biherikin qadan, ji ber ku cihê berxwedanê kolan in. Ji ber ku faşîzim herî zêde ji berxwedana li kolanan, qadan û kombûyina me ditirse. Li dijî faşîzmê em ê her roj li qadan bin.

Bi taybet bang li jinên Kurdistanî yên ku li Ewropa dijîn dikin ku ‘Li dijî Derbeya Qesrê ya ku di 20’ê Gulanê de pêk hat, dengê xwe derxin, xwedî li vîna xwe derkevin. Cih li gel berxwedana xwerêveberiyê ya li Nisêbîn û Şirnexê bigirin.”