TJK-E ji bo têkoşîna bêsînor bang kir

TJK-E bi wesîleya 25'ê Mijdarê daxuyaniyek weşand û li dijî newekhevî, şîdet, kedxwarî, destavêtin, destdirêjî û faşîzmê banga mezinkirina têkoşînê li jinan kir.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hemberî Şîdeta li dijî Jinê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, sîstema baviksalariyê şîdet, cihêkarî, êrîşên zayendî û newekheviya li her qada jiyanê weke polîtîkayeke dewletê dimeşîne û mayînde dike.

TJK-E got, "Zanakirina civakê bi taybetî malbatan li dijî çanda destavêtin û şîdetê, erka me ya bingehîn e."

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin, rejîma dîkta ya faşîst a AKP'ê, zîhniyeteke paşverû temsîl dike ku hebûn, ked, beden û hişmendiya jinê dike mijara nîqaşê û hat gotin, "Şîdeta li dijî jinê rewa dike, her roj şîdetê hildiberîne û weke amûrek ji bo melisandina civakê bi kar tîne. Destavêtina li zarokan rewa dike. Ji bo zarokan bi tecawizkaran re bizewicînin, rêyên qanûnî vedike, guhertinan di destûra bingehîn de dike. Lewma di ser zarokan re civakê hînî çanda destavêtinê dike û hewl dide vîna civakê bişikîne û teslîm bigire."

TJK-E da zanîn, AKP weke 'maleke bê bikaranîn' keda jinê pêşkêşî talankeriya dewletê û mêr dike û wiha dewam kir: "Li cihekî ku jin ne azad be, civak jî ne azad e. Li civakeke ku qîmetê jinê lê nîne, hingî serdestî dibe nirxa bingehîn. Ji ber vê yekê, li dijî sîstema bi serdestiya mêr, lazim e jin xwedî li nirxên azadî, wekhevî û demokrasiyê derkevin û li ser vê bingehê li dijî kedxwarî û talankeriya bêdawî, berxwedan û têkoşîneke bêdawî bimeşÎnin. Ev yek wê rê li ber rizgariya jinê û azadiya civakê veke."

BANGA LI JINAN

Di dawiya daxuyaniya TJK-E de ev bang hat kirin: "Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hemberî Şîdeta li dijî Jinê, em dibêjin, li ser bingeha şiyara 'Ji bo têkbirina dagirkeriyê, XWEBÛN' li dijî serdestî, newekhevî, şîdet, kedxwarî, destavêtin û destdirêjiyê; ji bo  meşandina têkoşînê xwebirêxistinkirin û zanebûn nebe nabe. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî faşîzmê piştgiriya hev û têkoşînê mezin bikin."