TJK-E'yê bang kir: Ji bo dadmendiyê werin Parîsê

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) di salvegera 6'an de ya qetilkirina sê jinên Kurd ên şoreşger a li Parîsê, bang li her kesî kir ku tevlî çalakiyan bibin.

TJK-E'yê got, "6 sal in kiryar diyar in û dadmendî di taritiyê de hatiye hiştin." TJK-E daxuyaniyeke nivîskî da û bernameya çalakiyan ya ji ber salvegera komkujiya 9'ê Çileyê ya 2013'an ragihand:

"Li gorî vê;
-9'ê Çile li ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê wê merasîma bîranînê were çêkirin, piştre jî daxuyaniya çapemeniyê were dayin.

-Heman rojê li hemû herêman li ser sefaretxaneyên Fransayê wê çalakiyên protestoyê werin kirin.

-12'ê Çile Kurdistanî û dostên wan ji Fransa, Elmanya, Hollanda, Belçîka, Swîsre, Ingiltere wê werin Parîsê û meş û mîtîngeke girseyî bikin."

'EM ŞERMEZAR DIKIN'

TJK-E'yê di daxuyaniya xwe de qetilkirina sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansız, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez ku 9'ê Çileya 2013'an a li Buroya Enformasyona Kurdistanê ya Parîsê, bi destê hêzên îstîxbarî ya Tirk ve hatin qetilkirin, şermezar kir. TJK-E'yê diyar kir ku ew li ber bîranîna 3 jinên şoreşger ên Kurd bi hurmet bejna xwe ditewînin. 

TJK-E'yê di daxuyaniyê de  got, "Li gel ku kiryarên komkujiya Parîsê diyar in, em sazî û rayedarên Fransayî ku dadmendiyê pêk nayînin şermezar dikin. Di nav 6 salan de, Omer Guney ê ku bi tetîkêşiyê hatiye bikaranîn her çendî ji hêla Fransayê hatibe girtin jî, hemû hewldanên ku vê bûyerê ronî bikin, ji hêla rayedarên Fransayê ve nehatiye bicihanîn. Ji bo dadmendiya rastîn pêk were li gel ku hewce bû ku ne tenê tetîkêş, planger û hêzên biryardar jî derxistina holê, lê ev nehatiye pêkanîn. Ji bo vî kujerî jî hatiye gotin, 'li girtîgehê miriye' û bi vî rengî hatiye xwestin ku ser vê cînayeta siyasî bigirin."

SÎXURÊN TIRK LI XWE MIKUR HATIN: BI AGAHÎ Û DESTÛRA SEROKWEZÎR BÛ

TJK-E'yê di daxuyaniyê de girtina berpirsên MÎT'ê ya Tebaxa 2017'an li Başûrê Kurdistanê ya ji hêla HPG'ê ve bi bîr xist û got, "Di îfadeyên sîxûrên îstîxbarata Tirk de li xwe mikur hatine ku komkujiya li ser hevrêyên me Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez bi agahî û pejirandina serokwezîrê Tirk wê demê pêk hatiye."

JI HÊLA DEMOKRASIYA FRANSAYÊ VE DADMENDÎ DI TARITIYÊ DE HATIYE HIŞTIN

TJK-E'yê bi domdarî got, "Ji destpêka vê komkujiyê ve me bi dengekî bilind got, bê ka kujer kî ne, kiryar kî ne. Tevgera Azadiya Kurdistanê herî dawî nasnameya kujeran diyar kir. Kujer diyar in. A ku divê were kirin ew e ku dadmendî were bicihanîn. Lê mixabin ji bo demokrasiya Fransayê dadmendî hê jî di tariyê de ye."

JI ME DITIRSIN

TJK-E'yê diyar kir, qetilkirna sê jinên Kurd ên şoreşger û hesabnepirsîna ji vê komkujiyê êrîşeke li hemû jinên Fransayê ye, ew jinên Kurdistanê dibînin ku dadmendî bi cih nehatiye û biryardar in ku dadmendiyê ji nav tariyê derxînin. TJK-E'yê diyar kir her cure tundî polîtîk e, îdeolojîk e û êrîşa li sê jinên Kurd ên şoreşger li dijî vîn û hebûna jinan hatiye kirin, êrîşa li têkoşîna azadî, dadmendî, wekhevî, demokrasiyê ya jinan e.

TJK-E'yê herî dawî got, ên ku berpirsên vê komkujiyê dernaxînin holê ji jinên ku hesab ji pergala zilam dixwazin, ji jinên ku bi fikra azad tevdigerin, ditirsin.

EM Ê HESAB BIPIRSIN

Herî dawî TJK-E'yê diyar kir ew ê hesab bipirsin, wê maskeya kesên ku dixwazin ser bûyerê bigirin ji ser rûyê wan bişeqînin û hevkariya gemarî ya nav dewletan teşîr bikin û got, "Heta ku dewleta Fransayê navê berpirsên bûyerê ranegihîne, heta darizandine dadmend çênebe û dadmenî bi cih neyê em jinên Kurd û Kurdistanî em ê tim li vir bin. Îro ji bo jinên Kurd û gelê Kurd, ji bo hesabpirsînê roja geşkirina têkoşînê ye."

TJK-E'yê bang li jinên ji azadî, demokrastî, wekheviyê û dadmendiyê bawer dikin ku bi destekê bidin têkoşîna wan û bang kir ku di şexsê sê jinên Kurd ên şoreşger de hemû jinên ku hatine qetilkirin werin bibîranîn û xeyalên wan werin bicihanîn.