TJK-E ji bo çalakiyên 4'ê Nîsanê banga tevlîbûnê kir
TJK-E: Di 4'ê Nîsanê de wê li gelek bajran çalakî bên lidaristin û tecrîda li ser Rêberê me were şermezarkirin.
TJK-E: Di 4'ê Nîsanê de wê li gelek bajran çalakî bên lidaristin û tecrîda li ser Rêberê me were şermezarkirin.
TJK-E li ser 4'ê Nîsanê daxuyaniyek da û got, "Di 4'ê Nîsanê de wê li gelek cihan çalakî bên lidarxistin û tecrîda li ser Rêberê me were şermezarkirin. Jinên Kurd, wê saziya CPT a ku berpirsyarê vî karî ye, li Strasboûrgê şermezar bikin û jê bixwazin bi berpirsyariya xwe rabe."
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ew rojbûna 67. a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hişmendiya 'Xwebûn' a gel û jinê pêşwazî dikin.
TJK-E da zanîn, gel û jinên Kurd ên 4'ê Nîsanê weke ji dayikbûna jinê û gelekî dibînin û xwedî lê derdikevin, wê îsal jî careke din dakevin qadan û wiha dewam kir: "Rêberê me bi analîzên xwe yên bi gotina 'Di nava civakekê de jin azad nebe, şensê azadbûna wê civakê nîne' û 'Eger di nava civakekê de jin kole be, ew civak jî kole ye', bandora mêtîngerî û sîstema serdestiya mêr a li civak û jinê bilêv kiriye û rê û rêbaza rizgariya vê sîstema koledar destnîşan kiriye.
Asta rêxistinî û azadiyê ya jinên Kurd, di encama ked û hewldanên berfireh ên Rêberê me Abdullah Ocalan de derketiye holê. Tevlîbûna jinên Kurd li nava siyasetê, derketina çiyê, xwe bi rêxistinkirin, têkoşîn û bi ruhê têkoşîn û hişmendiya azadiyê re li her qada jiyanê rabûna jinê, enacma vê ked û hewldanê ye."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, 4'ê Nîsana 1948'an roja rojbûna Ocalan, di serî de jinên Kurd ji bo hemû Kurdan weke roja vejînê tê dîtin, ji bo ev vejîn veguhere rizgariyê bi dehan salan bi hişmendiya azadiyê têkoşîn û berxwedaneke mezin hatiye meşandin û hat gotin, "Rêberê me yê ku di Sibata 1999'an de bi komployeke navneteweyî re anîn Tirkiyeyê û ji hingî ev li Girava Îmraliyê di nava mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, weke jin û gelê kurd em kêliyekê jî bi tenê nahêlin, her roja xwe vediguherînin roja berxwedanê û ji bo pûçkirina hemû komployan têkoşîna xwe roj bi roj xurt dikin û rêxistinbûyîna xwe berfireh dikin.
Rêberê me ev 17 sal in di nava tecrîdeke giran de tê ragirtin. Ev weke polîtîkayeke dewletê bi zanebûn û rêk û pêk hatiye meşandin. Dewletê ev polîtîka ji bo xwe kêrhatî dîtiye û heta roja îro bi rengekî şidandî meşandiye. Ev saleke bi ti awayî agahî ji Rêberê me nayê wergirtin. Ne parêzer, ne malbat, ne jî heyet dikarin biçin û bên.
Tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêberê me xeta me ya sor e, lê ev hesasiyet bi zanebûn tê binpêkirin. Hêzên sîstema faşîst ên vê yekê bi biryardarî binpê dikin divê zanibin; jin û gelê Kurd wê serî li ber van polîtîkayên şantajê daneynin, têkoşîna ji bo azadiya Ocalan her tim mezin bikin û heta dawiyê di vê mijarê de bi biryardarî li ber xwe bidin.
Di 4'ê Nîsanê de wê li gelek cihan bi çalakiyan tecrîda li ser Rêberê me were şermezarkirin. Jinên Kurd wê saziya ji vê rewşê berpirsyar CPT li Strasboûrgê şermezar bikin û jê bixwazin bi berpirsyariya xwe rabe. Her wiha wê li bajarên cuda yên Ewropayê meş û mîtîng werin lidarxistin û dosya pêşkêşî saziyên pêwendîdar ên Ewropayê werin kirin.
Çalakî wê bi dirûşma 'Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu' û 'Jin ji bo azadiya xwe û Rêberê xwe çalakiyan lidar dixin' pêk werin.
Li Stockholm, Kopenhagen, Viyana, London, Marsîlya, Berlîn, Hambûrg û Hannoverê wê di 4'ê Nîsanê de çalakî bên lidarxistin.
Her wiha bi organîzeya TJK-E wê di 5'ê Nîsanê de bi awayekî navendî li Bakurê Fransayê Herêma Navîn a Elmanyayê, herêmên 1 û 2 ên Başûr, Swîsre, Hollanda, Belçîkayê û li ber avahiya CPT a li Strasboûrgê meş û çalakiya zincîra ji mirovan werin lidarxistin."
Çalakiyên di 4'ê Nîsanê de bên lidarxistin, bi vî rengî ne:
KOPENHAGEN:
SAET: 12:00
ADRES: PÊŞIYA PARLAMENTÊ- RIGSDAGSGARDEN 1240 KOPENHAAG
ORGANÎZE: MECLÎSA JINÊ YA SÊVÊ
STOCKHOLM
SAET: 13:00
ADRES: HUMLEGARDEN-STOCKHOLM
ORGANÎZE: MECLÎSA JINÊ YA AMARA
LONDON
SAET: 13:00
ADRES: PÊŞIYA RÊXISTINA EFÛYÊ - WÊ MÎTÎNG Ê LIDARXISTIN Û DOSYA PÊŞKÊŞÎ RAYEDARAN BÊ KIRIN
ORGANÎZE: MECLÎSA JINÊ YA ROJ
VIYANA
SAET: 10:00
ADRES: WIPPLINGERSTRASSE 35/ 1010 WIEN
LI BER AVAHIYA EU WÊ MÎTÎNG WERE LIDARXISTIN Û DOSYA BÊ PÊŞKÊŞKIRIN
ÇALAKIYA ROJA 5'Ê NÎSANÊ
STRASBOURG - ÇALAKIYA NAVENDÎ
SAET: 10:00
ADRES: AVENUE DE L'EUROPE 67000/STRASBOURG