TJK-E ji bo çalakiya nobedê ya li Strasboûrgê bang kir
TJK-E, ji bo çalakiya nobedê ya li Strasboûrgê li dijî tecrîdê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
TJK-E, ji bo çalakiya nobedê ya li Strasboûrgê li dijî tecrîdê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Rêveberiya TJK-E li ser çalakiya nobedê ya 19-25'ê Hezîranê ya li Strasboûrgê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşên qirkirinê yên li hemberî gelê Kurd û berxwedana gel a dîrokê dinivîsîne.
TJK-E işaret bi tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, "Li Girtîgeha Îmraliyê ku di bin kontrola hêzên navneteweyî, bi taybetî DYA de ye, tecrîd û îzolasyoneke giran tê meşandin."
'NOBED WÊ BI XURTÎ BIDOME'
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:
"Bi mezinbûn û pêşdeçûna têkoşîna rêxistinbûyî ya gelê Kurd re, tecrîd û îzolasyon jî tê girankirin. Hem têkoşîn û şoreşa li Rojava, hem jî şoreş û berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê vê rastiyê radixe pêş çavan. Rêberê Gelê Kurd çiqasî pêkanînên polîtîkayên netewe dewletê yên li hemberî gelan deşîfre dike û li şûna van polîtîkayan modeleke jiyana kêrhatî ya ji bo gelan dafirîne, tecrîd û zextên lê tên kirin jî tên şidandin. Ji ber vê yekê, hevdîtinên bi dewleta Tirk re qut bûn û ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve tecrîdeke girankirî tê meşandin. Li gel van hemûyan, li welatên Ewropayê xebatên dîplomatîk hatin meşandin, çalakî hatin lidarxistin û bi vî rengî hewl hat dayîn hêzên navneteweyî li ser vê mijarê bikevin nava tevgerê. Tevî kampanya 'Jin ji bo azadiya xwe û Rêberê xwe çalakiyan lidar dixin' xebatên siyasî hatin meşandin û gelek çalakî hatin organîzekirin. Yek ji van çaakiyan jî nobeda li Strasboûrgê ye. Nobed her hefteyê ji aliyê komên ji 5 kesan ve dewr tê girtin û nêzî 4 sal in dewam dike. Çalakiya nobedê ya li ber avahiyên Konseya Ewropayê, Parlamenta Ewropayê û CPT destpê kir, bi rengekî bênavber didome û di 25'ê Hezîranê de dikeve sala xwe ya 4'an. Di heman demê de serê mehê carekê endamên TJK-E çalakiya nobedê dewr digirin. Çalakiya nobedê ku wê ji niha û pê ve jî bi tevlîbûnên nû dewam bike, wê bi çalakiyên cihêreng hîn bêhtir werin dewlemend û xurtkirin."
BANGA TEVLÎBÛNÊ
Di dawiya daxuyaniya TJK-E de, li ser çalakiya nobedê ev bang hat kirin:
"Ji bo nobeda rojên 19-25'ê Hezîranê, ku Hevserokên Navendên Civaka Demokratîk wê dewr bigirin, em bang li hemû jinên rêxistinbûyî yên li Ewropayê, jinên ji Strasboûrg û derdora wê, jin, ciwan û gelê me yê li Swîsre û Başûrê Elmanyayê dijîn, tevlî bibin. Bi taybetî bang dikin ku beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya girseyî ya 23'ê Hezîranê bibin."