BI DÎMEN

TJK-E ji bo azadiya Ocalan dest bi kampanyayê kir

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dirûşma "Jin bo Rêberê xwe û azadiya xwe çalakiyan lidar dixin" dest bi kampanyayê kir.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dirûşma "Jin bo Rêberê xwe û azadiya xwe çalakiyan lidar dixin" dest bi kampanyayê kir.

Endama Desteya Rêveber a TJK-E Xanim Engîzek bang li hemû jinan kir, ku ji bo azadiya Ocalan dakevin qada çalakiyan.

Kampanya wê 3 mehan dewam bike û şandina nameyan jî di nav de wê di çarçoveya kampanyayê de gelek çalakî û xwepêşandan bên lidarxistin.

Endama Desteya Rêveber a TJK-E Xanim Engîzek der barê kampanyayê de ji ANF'ê re axivî û diyar kir, weke jinên Kurd ew ji rewşa heyî bi fikar in û divê derhal destûr bê dayîn parêzer û malbat biçin Îmraliyê. Engîzek bang li jinên Kurd ên li Ewropayê dijîn kir, ji bo tevlî kampanyayê bibin.

'EM BI FIKAR IN'

Engîzek da zanîn, ji ber hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê ew ji ber tenduristî û ewlekariya Ocalan bi fikar in û got, "Di nava şert û mercên heyî yên şer de, em nikarin agahiyê ji Rêberê xwe bigirin. Lewma em di nava tirs û fikaran de ne. Divê demek ji ya din zûtir destûra hevdîtina malbatê û parêzeran were dayîn. Em naxwazin careke din di şexsê Rêberê me de weke gelê Kurd em bên qurbanîkirin. Ji ber cidiyeta rewşê em careke din bang dikin. Ji bo em tirs û fikarên xwe yên li ser mijarê ji raya giştî û saziyên navneteweyî re ragihînin, em di nava çalakî û kar de ne. Di vê dema pêş de jî wê hewldanên me bidomin, heta ku em agahiyê ji Rêberê xwe bigirin. Ji xwe ji Nîsana 2015'an û vir ve ji ber ku agahî ji Rêberê me nayê girtin, em kampanyayekê dimeşînin. Di çarçoveya kampanya bi şiyara 'Jin ji bo Rêberê xwe û azadiya xwe çalakiyan lidar dixin' de gelek kar hat kirin. Xebatên dîplomasî û girseyî hatin meşandin. Ev xebat dewam dikin. Lê ji ber bûyer û qewimînên dawî fikar ên me zêde bûne. Di vî warî de bang li hemû jinan, gelê Kurd, rêxistinên civakî yên sivîl û raya giştî dikin."

'EM DIXWAZIN RÊBERÊ ME BI ME RE BE'

Engîzek der barê kampanya şandina nameyan ji bo Ocalan agahî da û wiha dewam kir: "Bêguman em dixwazin ji aliyê ramanî û hestewarî xwe bigihînin Rêberê xwe. Lê beriya her tiştî ji aliyê fîzîkî ve jî em dixwazin xwe bigihînin. Em dixwazin Rêberê me bi me re be. Ji ber vê yekê me kampanya şandina nameyan dan destpêkirin. Em bawerin li hemû herêma wê endamên me yên meclîs û komunan xwedî li vê kampanyayê derkevin û bi pêş ve bibin. Çalakî wê dewam bikin. Ji ber ku daxuyaniyên tên dayîn têrker nîne. Ji bo em di vî warî de qanih bibin, em ê çalakiyên xwe dewam bikin. Heta ku ji Rêberê xwe agahiyê bigirin, em ê nesekinin.

Aliyê destpêkê yê kampanyayê wê bi çalakiyan bê meşandin. Li Elmanya, Swîsre, Swêd, Fransa, Hollanda, Belçîka, Îtalya, Îngilîstan û tevahiya Ewropayê wê çalakî pêk werin. Li her cihê em lê rêxistinbûyîn e wê jin çalakiyan pêk bînin. Di heman demê de wê karê me yê dîplomasiyê jî hebin. Li nava partiyên siyasî, rêxistinên civakî yê sivîl û parlamentan wê hevdîtin bê kirin û tifaq bên kirin. Tevî jinên ji gelên din, em ê ji bo azadiya Rêberê xwe çalakiyên cihêreng pêk bînin."

KAMPANYA NAMEYAN

Endama Desteya Rêveber a TJK-E Engîzek bang li her kesî kir ku tevlî kampanya şandina nameyan bibin û got, "Ji heft heta heftê salî divê her kes, bi vî rengî zextê li Tirkiyeyê bikin. Ev zext dibe ku nebe zexteke siyasî, lê belê em ê hewl bidin bi vî awayî xwe bigihînin Rêberê xwe. Ev yek parçeyek ji kampanya giştî ye. Ji ber rewşa dawî, divê jin hemû bikevin nava çalakiyên berfireh."

Engîzek ragihand, ew ê di rojên pêş de li hemû welat û bajarên lê bi rêxistin in, nameyan ji Ocalan re bişînin.

...