TJK-E ji bo Amedê banga çalakiyê kir
Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) li ser êrîşên li dijî îradeya gelê Kurd a li Amedê, di serî de jin banga çalakiyê li her kesî kir.
Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) li ser êrîşên li dijî îradeya gelê Kurd a li Amedê, di serî de jin banga çalakiyê li her kesî kir.
TJK-E di daxuyaniya nivîskî de got, “dewleta Tirk a faşîst mêtinger pêla êrîş û xespkirina ya ku li dijî şaredariyên gelê Kurd daye destpêkirin, gihandiye merheleyek jortir” û destnîşan kir ku ev êrîş li dijî îrade û azadiya gel in.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin dewleta polîsan a AKP’ê li Tirkiyeyê dixwaze her kesên ku li ber xwe didin bi faşîzma reş radest bigire û wiha dewam kir; “Dîktatoriya AKP’ê ku dixwaze civakek çavtirsandî, takekes û hebûna xwe înkar dike bafirîne, îmha û qetlîamên topyekun bi awayekî bêperwa dimeşîne.
Ji bo ev rojên reş ronî bibin, demokrasî û azadî ava bibin yekane çareserî û rêbaz ew e ku divê berxwedan bê mezinkrin û têkoşîn bênavber bidome.
Li her deverên ku pêkhateyên Tevgera Jina Kurd a Ewropa li heye wê bi tevgerên jinan ên Rojava û Rojhilat û bi Meclîsên Jinê yên TJK-E re berxwedanê mezin bike û têkoşînê bênavber bidomîne.
Em bang li tevahî jin û dostên Kurdan dikin ku derkevin qadan û bi dewlemendî çalakiyên xwe domdar bikin.”