TJK-E: Em dengê xwe ji bo Ocalan bilind bikin
TJK-E diyar kir, astengkirina çûyîna Îmraliyê fikarên li ser rewşa tenduristî û ewlekariya Ocalan zêde dike û got, "Divê em li hemberî vê rewşa nediyar helwestê nîşan bidin û dengê xwe bilind bikin."
TJK-E diyar kir, astengkirina çûyîna Îmraliyê fikarên li ser rewşa tenduristî û ewlekariya Ocalan zêde dike û got, "Divê em li hemberî vê rewşa nediyar helwestê nîşan bidin û dengê xwe bilind bikin."
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand, piştî hewldana darbeyê ya şeva 15'ê Tîrmehê fikarên li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde bûne.
Di daxuyaniyê de hate gotin, tiştên ku diqewimin şerê desthilatdariyê ye û sedema vê ya sereke jî çaresernebûna meseleya Kurd e. TJK-E got, di rewşên wiha yên kaotîk de, di şerê destilatdariyê de yên ku herî pir têne kuştin, beralîkirin di serî de jin in û komên baweriyên cihê û derdorên muxalîf in.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di serî de li Tirkiye, garantorê azadiyê û demokrasiyê yê li Rojhilat Navîn, ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nayê standin. Daxwazên hevdîtinê yên parêzerên wî û malbata wî nayên qebûlkirin û ev tirs û metirsiya me zêdetir dike. Di heman demê de rojevkirina îdamê, nîqaşkirina wê û belavbûna nûçeyên şîlo, tirs û metirsiya me jinên rêxistinbûyî zêdetir dike."
'DIVÊ NERAZÎBÛNA ME HÊ XURTTIR BE'
TJK-E di daxuyaniya xwe de banga vê kir: "Em weke jinên rêxistinbûyî li hemberî vê rewşa nediyar divê helwesta xwe nîşan bidin û dengê xwe xurt derxînin. Em pê bawer in ku di serî de hemû meclîs, komun, însiyatîfên girêdayî TJK-E’yê, hemû gelê me, ciwan û dostên gelê Kurd li hemberî vê rewşê, wê çalakiyên wê xurttir pêk bînin. Em weke jinên rêxistinbûyî yên ku kampanyaya 'Jin ji bo Rêbertiyê û azadiya xwe çalakiyan lidar dixin' bi rê ve dibin, li hemberî geşedanên pêvajoyê divê em helwesta xwe û nerazîbûnên xwe hê xurt nîşan bidin."