TJK-E: Em bi xurtî tevlî çalakiya edaletê ya 20'ê Tîrmehê bibin
TJK-E nerazîbûn nîşanî dewletên Fransa û Tirkiyeyê dan ku nahêlin Komkujiya Parîsê bê ronîkirin û ji bo çalakiya edaletê ya 20'ê Tîrmehê banga tevlîbûnê kir.
TJK-E nerazîbûn nîşanî dewletên Fransa û Tirkiyeyê dan ku nahêlin Komkujiya Parîsê bê ronîkirin û ji bo çalakiya edaletê ya 20'ê Tîrmehê banga tevlîbûnê kir.
Tevgea Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) der barê Komkujiya li Parîsê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat bibîr xistin, di ser qetilkirina şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez re 3 sal 7 meh derbas bûne û hat destnîşankirin, tevî belge û qeydên deng ên derketine holê û MÎT'ê nîşan didin jî, dewletên Fransa û Tirk ji bo ronîkirina komkujiyê gaveke cidî navêtine.
TJK-E bal kişand ser taloqkirina rûniştina dozê û got, "Destpênekirin û taloqkirina dozê, wê encamên siyasî bi xwe re bîne. Kurd taloqkirina dozê manîdar dibîne û dixwaze ev doz derhal destpê bike. Gelê Kurd li bendê ye kontr-gerîla yên dewleta Tirk ên li Ewropayê karê sûîqestê dimeşînin, bên eşkerekirin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku weke jin û gelê Kurd ew careke din ji hikûmeta Fransayê dixwazin pêvajoya lêpirsînê bi zelalî bimeşîne û vê dozê neke qurbanê berjewendiyên navbera hikûmetan.
TJK-E diyar kir, heta eşkerebûna kiryarên Komkujiya Parîsê û pêkhatina darizandina adîl ew ê têkoşîna xwe dewam bikin.
BANGA JI BO ÇALAKIYÊN 20'Ê TÎRMEHÊ
Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin, wê li Parîs, Swêd, Swîsre, Îngilîstan, Hollanda, bajarên Elmanya Berlîn; Hambûrg, Frankfûrt, Munchenê çaalkiyên Çarşemê bi rengekî girseyî bên lidarxistin û bang li gelê Kurd, jin, ciwan û hêzên demokratîk hat kirin, ku bi girseyî tevlî van çalakiyên 20'ê Tîrmehê bibin.