TJK-E: Em banga xwedîderketinê li berxwedana Rojava dikin
TJK-E ji bo çalakiyên 25 û 26’ê Çileyê ku wê bên lidar xistin banga tevlîbûn û xwedîderketinê li berxwedana Rojava kir.
TJK-E ji bo çalakiyên 25 û 26’ê Çileyê ku wê bên lidar xistin banga tevlîbûn û xwedîderketinê li berxwedana Rojava kir.
Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E), daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga tevlîbûna çalakiyên ku wê di 25-26’ê Çileyê de bên lidar xistin, kir. TJK-E’yê got, “Bi hilweşîna rejîma Baas û hatina HTŞ’ê li ser rêveberiyê re pêvajoyeke ku hevsengiyên li Sûriyeyê ji nû ve hatin guhertin, destpê kir. Li aliyek aktorên herêmî xwe dispêrin hêza xwe ya leşkerî û li aliyê din jî hêzên statukoparêz ên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe biparêzin li pey hewldanên dîplomatîk in. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelên Êzidî, Ereb, Kurd, Ermenî û Tirkmen bi hev re li herêmê ji bo avakirina modela rêveberiya demokratîk berdêl dan û ji bo mayîndekirina vê sîstemê kedek mezin raber kirine. Lê belê Erdoganê faşîst û kabîleyê wî ku gelek caran bêtehemuliya xwe ya li hemberî destketiyên Kurdan nîşan dan, ji bo bêmirovkirina herêmê û guhertina avaniya demografîk bombeyan li gelên herêmê dibarînin. Dewleta Tirk bi destê çeteyên OSO, El Nûsra, DAÎŞ û cîhadperestên Çeçen ku bi pere bikar tîne, her roj planên komkujiyên nû li dijî Herêma Rêveberiya Xweser a Kurd dikin û hewl didin qirkirina gelê Kurd mîna sala 2014'an bidomînin."
Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
"Ji aliyê tevahiya cîhanê ve tê zanîn ku sîstema di 25'ê Çileya 2014'an de di dema salvegera rizgarkirina Kobanê de hat avakirin, ji nû ve di xeteriyê de ye. Dizanin ku li herêma ku Konfederalîzma Demokratîk a ji aliyê Rêbertî ve hatiye pêşxistin bi jiyanî dibe, cih nade sîstema kapîtalîst û şêwaya desthilatdariya wê. Ji ber vê yekê bi bêdengî li tiştên diqewimin temaşe dikin, bi bêbersiviya xwe re van hemûyan erê dikin. Rêgezên navneteweyî tine dihesibînin û çavê xwe ji bombekirina dibistan, nexweşxane, cihên îbadetê, embar, depoyên avê û bendavan re digirin.
Bi van êrîşên li dijî şoreşa Rojava re ku di esasê xwe de şoreşa jinê ye, armanc dikin xweparastina jinê tine bikin û li dijî destketiyên wan ên civakî, leşkerî û siyasî tarîtiyê ferz bikin. Dixwazin bazarên koleyan ava bikin, jinan bikin xenîmetên şer û bi rêya qetilkirina jinan qirkirinê pêk bînin.
JI BO TEVLÎBÛNA ÇALAKIYAN BANG HAT KIRIN
Dewleta Tirk dixwaze li herêma ku sîstema demokratîk lê ava bûye, şoreşa jinê lê pratîk dibe û gel di nava wekheviyê de dijîn, kaos û krîzê çêke. Gelên herêmê û jin li dijî van êrîşan li ber xwe didin û xwedî li Rojava derdikevin. Azadkirina Kobanê, weke sembola berxwedanê ya li Rojhilata Navîn girîngiya xwe diparêz e.
Li ser vê bingehê, di çarçoveya Rojên Çalakiyên Gerdûnî de 25 û 26’ê Çileyê, li dijî qirkirina jinê, nîjadperestî, şer û komkujiyan em dengê xwe bilind dikin û ji bo em bibêjin berxwedana gelê Rojava berexwedana me ye, em dadikevin kolanan. Em bang li gelê xwe yê birûmet, jin, ciwan, saziyên demokratîk û dostên xwe dikin ku hevgirtina xwe xurttir bikin.”