Tulay Hatîmogullari: Divê rûbirûbûn pêk were
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li Amedê di çalakiya xizmên windayan de axivî û got, “Em careke din dibêjin ku divê hemû winda bên dîtin. Divê rûbirûbûn pêk were.”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li Amedê di çalakiya xizmên windayan de axivî û got, “Em careke din dibêjin ku divê hemû winda bên dîtin. Divê rûbirûbûn pêk were.”
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 851'emîn a çalakiya xwe de li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê kom bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên di binçavan de hatin windakirin û kesên hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari, endama Komîsyona Rêveber a Partiya Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.
Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Ercan Yilmaz bal kişand ku ev 30 sal in malbat têkoşînê didin û wiha got: "Bêyî rûbirûbûna bi paşerojê re û bêyî aşkerekirina aqûbeta windayan aştiyeke mayînde û bi rûmet ne pêkan e."
Beycan Taşkiran jî wiha got: "Aştiya bi rûmet bi rûbirûbûnê dibe. Bê edaletî, bê azadî aştî nabe. Ev têkoşîn têkoşîna me hemûyan e."
Piştre Hevseroka giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari axivî û diyar kir ku ew deyndarê keda windayan in û wiha axivî: “Li vî welatî kesen ku aştî, çareserkirina pirsgirêka Kurd dixwestin gelek bedelên giran dan. Wan kesan li pişt xwe çîrokên xwe hiştin. Dîroka keda wan di dîroka me de dijî. Banga birêz Abdullah Ocalan hêviya aştiyê geş kir. Em soz didin ku berxwedana wan em ê bilind bikin. Em îro behsa aştiyê dikin divê faîlên wan kesan bên dîtin ku aştî mimkûn bibe. Ez kesên ku çîqas êş kişandiye jî gotina aştiyê her dem anîne ziman li ber têkoşîna wan bejna xwe ditewînim. Em careke din dibêjin divê hemû winda bên dîtin û dozên nehatine çareserkirin bên aşkerakirin. Divê ev rûbirûbûna rasteqîn pêk were. Divê lêborîneke fermî ji malbat, civak û her kesên berdêl dane, bê xwestin. Girîng e ev yek di belgeyên dewletê de bê qeydkirin. Tenê bi vî awayî dibe ku ev êş hinekî jî sivik bibin. Ancax bi vî rengî dikare rûpeleke rasteqîn a aştiyê vebe.”
Piştre Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'a Amedê Firat Akdenîz serpêhatiya windakirina Hasan Ocak xwend û wiha got: “Di 21’ê Adara 1995’an de Hasan Ocak hat binçavkirin. Li Stebolê birin avahiya TEMê. Li vir koma TIM-3 a ku Bayram Kartal ser ve rastî bi îşkencê hat. Di binçavan de hin kesan Hasan Ocak dîtin. Lê berpirsiyaran gotin Hasan Ocak nehatiye binçavkirin. Lêgerina malbat û ÎHD’ê piştî 15’ê Gulanê li Stenbolê di goristana bêkesan de Hasan Ocak hat dîtin. Di bedana vî de şopa îşkenceye hat dîtin. Malbata Ocak serî dadgehê da û xwest TIM-3 werê darizandin lê tu lêpirsin nehat çêkirin. Dayîka Hasan Ocak Emîne Ocak serî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) da dadgeh di 15’ê Tirmeha 2004’an de biryar da û dewleta Tirk hikmî tazmînatê kir.
Paşê ji bo Hasan Ocak û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.