TJK-E: Divê îsal zêdetirî her demê em tevlî Newrozê bibin
TJK-,E Newroz pîroz kir, diyar kir ku îsal pêwîst e ji Newrozê re tevlîbûnek mezin çêbibe.
TJK-,E Newroz pîroz kir, diyar kir ku îsal pêwîst e ji Newrozê re tevlîbûnek mezin çêbibe.
Rêveberiya TJK-E di peyama xwe ya nivîskî ya Newrozê de wiha got: “Newroz cejna vejîn û berxwedana gelê Kurd e. Roja ku Kurd serî li hember zilmê radike û ji zaliman hesab dixwaze ye. Newroz ji rojên pîroz ên ku Kurdan li hember ne heqî, ne wekhevî û Dehaqên zalim çirûskên berxwedanê pêxistine. Newroz şewqa azadiyê û dema yekgirtina gelên Rojhilata Navîn e. Newroz wek xelekek herî bingehîn a hêvî û kevneşopiya tevahî gelên Rojhilata Navîn, nav û sembol ali hember tarîtiya dîroka me ye. Mezinkirina jiyanek bi xwişktî, biratî, azadî û edîlane bi xwe ye.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku “Newroz li dijî şerê li Rojhilata Navîn ji bo avakirina aştiyê, li dijî hêzên nîjadperest û faşîst yekgirtinê, ango bi nav û cewherê xwe Newroz ji yek cejnên herî bedew a pêvajoya mirov dibe mirov û mirovbûyinê ye” û wiha dewam kir:
‘KAWAYÊN HEMDEM LI BER XWE DIDIN’
“Di roja mne de Dehaqên zalim, zîhniyeta dibêje yek zilam, yek al, yek netew û yek welat bi xwe ye. Newroz dewlemendî ye, pirrengî û cudahî ne. Xwendina tevahî rengan wek heyî û ev qebûlkirin e. Ji ber vê jî dîktatortiyên yekperestî yên ruh û zîhniyeta Newrozê xeradikin û dûvikên wan, serkêşiya dijminantiya Newroz û gelan dikin. Rojanekirina Dehaqên zalim hovîtî, qirkirinên li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever, Şirnex e. Jixwe Dehaqên li ser dîwarên me gotine, ‘xwîn li diranê gur ketiye.’ Wek Dehaqên zalim çawa bi mejiyên ciwan xwe zindî digirt, Dehaqên hemdem jî îlan kirine ku bi xwîna Kurdan xwe xwedî dikin.
Kurd ji bo pêvajoya rizgariya berxwedan û vejînê, li Cizîr, Sûr, Gever, Şirnex, Nisêbîn û bi dehan navçe û bajarokan li ser şopa Kawayên hemdem li dijî Dehaqên zalim, bi zanebûn û azmê veguherandina vê erdnîgariya bûye goristana mirinê bikin baxçeyê gulê, pêşengiya berxwedana mezin dikin.”
BANGA TEVLÎBÛNA GIRSEYÎ
TJK-E di daxuyaniyê de yên di berxwedanên xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî, got: “Ji bo bîranîna şehîdên me yên pêşengê berxwedanê û mezinkirina têkoşînê, divê em ji her dem û kêliyê zêdetir tevlî Newroza vê salê bibin. Jinên Kurd rûyên berxwedanê yên Newrozê ne. Cewherê wêrektiya serî li hember Dehaqan rakiriye. Eger xwerêveberî berxwedan û vejîn bi xwe be, xwe li Newrozê pêçan û bi ruhê Newrozê derketina qadan, soza me daye şehîdên xwerêveberiyê Asya Yuksek, Pakîze Nayir, Derya Koç, Sêvê Demîr û Fatma Ûyar bi xwe ye. Li ser vî esasî di serî de ‘jinên ku neteweya tê mêtin a destpêkê û dawiyê ye’, em cejna Newrozê ya tevahî beşên berxwedêr, ên ji bo bindestan û azadiyê têdikoşin pîroz dikin.”