Koordînasyona TJK-E'yê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanyayek da destpêkirin. TJK-E got, "Em weke Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê ku heya niha ji bo azadiya Rêber Apo gelek caran me pêşengtî ji çalakiyan re kiriye, vê carê jî em kampanyaya 'Nameyek ji bo azadiyê' didin destpêkirin."
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Polîtîkayên tecrîd û zextê ku li ser Rêbertiya me têne sepandin bêyî ku yek rêgez û hiqûqê binasin bi temamî li gorî pergala taybet a Îmraliyê pratîze bûne" û bi berdewamî hate gotin: "Rêbertiya me ne dikare ji ji ziyareta malbatî, ne ya parêzerî û jî ji xizmetên sûd werbigire. Rojname bi dest nakevin û kêm pirtûk digihijin ber destên wî. Di nava tecrîdê de tecrîd li ser tê kirin û ji dinya û jiyanê tê îzolekirin. Di nav îzolasyon û tecrîda giran de di pergala îşkenceyê ya Îmraliyê de her gav bûye eziyet û şerekî psîkolojîk. Rêbertiya me ku li hemberî polîtîkayên zext û zordarian di nav berxwedan û têkoşîneke mezin de ye, li gel dîlbûna fizîkî jî bi hêza xwe ya giyanî, hîsî û ramanî û vîna xwe azweriyên xwe yên azadiyê tim zindî hiştiye. Rêbertiya me bi azweriya xwe ya têkoşînê, rikdarî û hêza xwe ya viyanî ji gelê Kurd re bûye hêvî û rêbere Azadiyê."
'DIVÊ HER KES BI AWAYEKÎ ÇALAK TEVLÎ KAMPANYAYA 1 NAMEYÊ BIBE'
Koordînasyona TJK-E’yê di daxuyaniyê de bal kişande ser van xalan:
"Em weke Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê bi kampanyaya 'Nameyek ji bo azadiyê' em baş dizanin ku bêrîkarina xwe ya li Rêbertiya xwe bi cih neyînin lê bi nameyekê jî be, em ê ji dijmin re bibêjin ku em li vir in, em bi hev re ne. Em ê bibêjin me ji bîr nekir û nedin ji bîr kirin û em ê tim bi rikdarî bi bîr bixin ku em ê siberoja xwe bi ramanên Rêber Apo û felsefeya wî ya jiyanê birêsin û vê tim zindî bihêlin. Bi hezkirina xwe ya ku bi rêzikekê wê bibe hilmek û hezkirina me wê ji dilê me biherike û di giravekê de wê bibe derya.
Kampanya 'Nameyek ji bo azadiya Rêber Apo' wê di 15'ê Tîrmehê de destpê bike û heta salvegera komploya 9'ê Cotmehê dewam bike. Divê her Kurdistaniyek, jin, ciwan û zarok bi rengekî çalak tevlî vê kampanyayê bibin. Girîng e her kes li dilê xwe guhdarî bike û ji dil çi tê binivîsîne. Yên bixwazin dikarin kartê, yên bixwazin jî dikarin nameyê bişînin. Ya girîng, gihandina Girava Îmraliyê ye. Kampanyaya me wê 3 mehan dewam bike. Meclîsên me yên jinan, komunên me, pêkhateyên TJK-E, însiyatîf, jin û gelê rêxistinbûyî dikarin car carna bi rengekî komî biçin postaxaneyan û kart û nameyan bişînin. Her wiha her kes dikare bi tena serê xwe jî vê yekê bike. Bi bikaranîna vê rêbazê re, zexteke mezin dikare li Wezareta Edaletê ya TC û afirînerên sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê bê kirin.
Tevî vê yekê, ji bo Rêberê me, wê li her devera em lê bi rêxistin in, li pêşiya avahiyên Amnesty Internatîonal mîtîng werin lidarxistin, tecrîda li ser Rêber Apo were şermezarkirin û daxwaza azadiyê bê kirin.
Weke Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) em li bendê ne ku CPT a çû serdana Girtîgeha Îmraliyê daxuyaniyeke têrker bide û bersivê bide endîşeyên me jinan û gelê Kurd. Em careke din bang li CPT dikin, ku berpirsyariya xwe a li pêşberî gelê Kurd bi cih bîne. Eger hevdîtinên li pişt deriyên girtî nayên eşkerekirin, eger malbat, parêzer û gel nikare agahiyan werbigire, hingî divê CPT rewşa xwe ji nû ve binirxîne û li ser naveroka hevdîtina li Îmraliyê, şert û mercên ewlekarî û tenduristiya Rêberê me daxuyaniyekê bide.
Li ser vê bingehê em bang li hemû jinan, dostên xwe û welatparêzên bi wijdan û xwedî berpirsyariyê dikin, ku bi rengekî çalak tevlî kampanya Nameyek ji bo Rêber Apo bibin û xwedî li kampanyayê derkevin."