TJK-E: Bila her kes li dijî faşîzma AKP'ê dakeve kolanan

TJK-E: Em bang li her kesî, bi taybetî jinan dikin ku li dijî dîktatoriya Erdogan a ku faşîzm, zilm û îşkenceyê dafirîne, dakevin kolanan û xwedî li vîn û siberoja xwe derkevin.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ev daxuyanî da:

"Dewleta Tirk êrîşên xwe yên faşîzan derxistiye asta herî bilind û bi rengekî bêperwa êrîşî vîna siyasî ya gelê Kurd dike. Dewleta faşîst a Tirk, ku bi bi salane vê rêbazê bi kar tîne û hewl dide gelê Kurd û hêzên demokrasiyê teslîm bigire, wê bi têkoşîna gelê Kurd a bi rûmet, ji hev bê xistin.

Weke TJK-E em bang li her kesî, bi taybetî jinan dikin ku li dijî dîktatoriya Erdogan a ku faşîzm, zilm û îşkenceyê dafirîne, dakevin kolanan û xwedî li vîn û siberoja xwe derkevin."