TJK-E bang li jinan kir: Em rejîma faşîst ji kokê rakin!

TJK-E nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê da û got, "Roj roja têkoşînê ye. Roja ku em rejîmên dîktatorî û faşîst ji kokê ve rakin."

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) li ser binçavkirin û girtina parlamenterên HDP'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Aliyekî bingehîn ê van êrîşên faşîzan, li dijî destketî û azadiya jinê ye ku bi pêşengiya jinên Kurd tê meşandin. Ji ber vê yekê terora dewletê yekser êrîşî jinên berxwedêr dike, dixwaze vîna wê bişikîne û teslîm bigire."

'BI RENGEKÎ BÊNAVBER EM LI QADA ÇALAKIYAN E'

Di dewama daxuyaniyê de binçavkirina Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel bi lêdanê hat bibîrxistin û hat gotin, "Li dijî şîdeta polîsan û terora dewletê, em ê li her cihî dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe li her qadê mezin bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên jinan, şexsiyet, hêzên çepgir, sosyalîst û femînîst hat kirin ku li cem jinên Kurd cih bigirin û hat gotin, "Roj roja têkoşînê ye. Roja ku em rejîmên dîktatorî û faşîst ji kokê ve rakin."