TJK-E: 1'ê Gulanê li tevahiya cîhanê eniya kedê ya hevpar a jinan e

TJK-E: 1'ê Gulanê di şexsê jinê de ku mêtîngera destpêkê û dawî ye, ji bo azadî û wekheviyê eniya kedê ya hevpar a hemû jinan e.

TJK-E: 1'ê Gulanê di şexsê jinê de ku mêtîngera destpêkê û dawî ye, ji bo azadî û wekheviyê eniya kedê ya hevpar a hemû jinan e.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, faktora bingehîn a mirovan dike mirov keda bi zanebûn e û got, "Ya ku mirovan dike xerîbê keda xwe jî, qutbûna ji pîvana kar û jiyana bi zanebûn û dewamkirina jiyana xwe bi tenê bi rengê biyolojîk e."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Mirov hebûneyeke civakî ye. Mirovên derkevin derveyî rastiya civakîbûnê, wê ji sedî sed ji aliyê serdestan ve li hemberî civakê weke amûrekê bên bikaranîn. Lewma, eger di roja îro de li hemberî hilberîn û aqlê ezezî ya modernîteya kapîtalîst, bi hêza vîn û aqlê kolektîf re pîvana ked û zanebûna civakî were afirandin, wê azadî pêk were.

1'ê Gulanê weke roja ked û kedkaran, ji bo şexs, çîn û civakên bûne biyaniyên ked, nasname û nirxên xwe tê wateya vegera li cewhera xwe. Girîng e têkoşîna di vê oxirê de tê meşandin, bêhtir bi zanebûn û rêxistinî were meşandin.

1'ê Gulanê di heman demê de cejneke mirovahiyê ye. Pêvajoya mirovbûyîna mirov, rêxistinbûyîna kedê ya bi zanebûn e. Li dijî biyanîbûnê xwedîderketina li xwêdana eniya xwe û hêza dest û mejiyê xwe ye."

TJK-E da zanîn ku 1'ê Gulanê li dijî dizên ekdê roja têkoşîna bênavber e û got, "1'ê Gulanê di şexsê jinê de ku mêtîngera destpêkê û dawî ye, ji bo azadî û wekheviyê eniya kedê ya hevpar a hemû jinan e.

Em 1'ê Gulanê di serî de li jinan, li tevahiya gelên xwe pîroz dikin û bang li jinan û hemû gelên li Rojhilata Navîn û dostên xwe yên Ewropî dikin ku beşdarî çalakiyên 1'ê Gulanê bibin."