TJA'yê Zîlan bi bîr anî: Berxwedana  wê rêya dîrokê guherand

TJA'yê Zeynep Kinacî (Zîlan) bi bîr anî, got, Kinacî afirînera serdema nû ye û rêya dîroka berxwedanê guherandiye.

TJA'yê bi daxuyaniyeke nivîskî, Zîlan (Zeynep Kinacî) a PKK'yî, ku 30'ê Hezîrana 1996'an li Dersimê çalakiyeke fedayî kiribû, bi bîr anî.

TJA'yê di daxuyaniyê de got, ''Zîlan a ku têkoşîna bûneweriyê û nasnameyê ya civakekê ku ji kûr ve hîs kirî û şopdarê berxwedana berz û pêkanînera wê, bi xeta berxwedanê ya li dijî îmha, êrîşa giştî ku salên 90'î li ser Kurdan dihate kirin, li dijî mêtingeriya pirhêlî yal i ser jinê û hilweşandina bedenî û giyanî, bûye manîfestoya ''jin, jiyan, azadî''. Rêgeza niştimanperweriyê ya jina azad û rêbaza wê nîşan daye, li Rojhilat Navîn Bûye şervana sernetewîn û sembola evîna azadiyê. Sema, Ayten, Arîn Mîrxan, Fatma, Pakîze, Asya û bi hezaran jinên ku peyrewê afirînera serdema nû Zîlan in, şervaniya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk a li ser azadiyê, a sosyalîzma dmeokratîk dikin û berevaniyê li vê dikin.

Em hemû jinên ku bi xeta Zîlan rêya dîrokê guherandine, di têkoşîna azadiya jinê û têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane di şexsê Zîlan de bi bîr tînin. Zîlan ku bûyî xwedavend, li dijî hişmendiya serwer a mêr, bûye sembola helwesta me, rêxistiniyam e û berxwedana me.''