Berxwedana gel a li ber edliyeyê dewam dike

Berxwedana gelê Mersînê ya li hemberî binçavkirina hevşaredarên Akdenîzê dewam dike.

Karûbarên îfadegirtinê yên Hevşaredarên Akdenîz a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Aslan û endamên Meclisa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Neslîhan Oruç, Yakup Daniş û Hîkmet Bakirhan ên li Edliyeya Mêrsînê ku di 10’ê Çileyê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin, didomin. Hevşaredaran, bi rêya parlamenterên pê re hevdîtin kirin, ji Dayikên Aştiyê û ciwanan re peyam şandin.

Parlamenteran, peyamên hevşaredaran bi girseya li pêşiya edliyeyê re parve kirin. Parlamentera Mêrsînê Perîhan Koca got: “Hevalên me bihêz in û mirûzê wan xweş e. Bi taybet jî ji Dayikên Aştiyê û ciwanan re silav şandin.”

Axaftina Perîha Kocayê bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hate qutkirin. Bi domdarî Perîhan Koca ev tişt anî ziman: “Berxwedana xelkê Akdenîzê ya ku sê roj in li dijî operasyona kompasê û hewldana tayînkirina qeyûman tê domandin, silav kirin. Her dirûşm û tililiyên we dibihîsin. Ev jî ji bo wan dibe moral. Heta ku ev kompas bi dawî dibe em ê li ber xwe bidin. Em ê rê nedin faşîzmê.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan jî wiha got: “Di dosyayê de şahidên nepen hatine çêkirin. Karker negirtine şaredariyê lê dibêjin ‘we karker girtine.’ Heke tenê yek karker girtibin şaredariyê ez ê ji wekîltiyê îstîfa bikim. Hûn nikarin bi van îdiayên vala hevşaredarên me krîmînalîze bikin. Hûn nikarin bi şahidên nepen ên xeyalî encamê bigirin.” 

Protestoya girseyê ya li pêşiya edliyeyê bi dirûşm û stranan didome.