Tişrîn, Zirgan, Sirîn û Kobanê careke din hatin bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker derdora Bendava Tişrînê, gundên Kobanê, bajarê Sirînê û stasyoneke sotemeniyê ya li Zirganê bombe kir.
Dewleta Tirk a dagirker derdora Bendava Tişrînê, gundên Kobanê, bajarê Sirînê û stasyoneke sotemeniyê ya li Zirganê bombe kir.
Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî bi çekên giran stasyoneke sotemeniyê ya li nêzî bajarê Zirganê topbaran kirin. Der barê encamên êrîşê de tu agahî nehatin bidestxistin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî ji saetên siharê ve gelek caran derdora Bendavav Tişrînê bombebaran kirin.
Di êrîşê de gelek caran balafirên bêmirov hatin bikaranîn û herî dawî bi çekên giran êrîşeke giran hate kirin. Bi hemwextî gundên Kobanê û bajarê Sirînê bi balafirên şer hatin bombekirin.
Li aliyê din li bendavê çalakiya nobetê ku bi hezaran welatî ji bo parastina Bendava Tişrînê digirin dewam dike.