TJA: Li dijî tecrîdê dakevin qadên Newrozê

TJA'yê Newroz pîroz kir û bang kir ku li dijî tecrîdê dakevin qadên Newrozê.

Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyaniyeke nivîskî weşand û Newroz pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, Dehaqên vê serdemê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her qada jiyanê tecrîdê ferz dike û hate gotin, "Ji aliyekî ve berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven li çar aliyên dinyayê belav bûye, li aliyê din di şexsê Zulkuf Gezen de berxwedan bûye sembol."

TJA'yê da xuyakirin, çalakiya Leyla Guven pêşengiyê ji jinan û gelên dinyayê re dike û işaret bi êrîşên faşîzma AKP-MHP'ê hate kirin.

'DI NEWROZÊ DE WÊ BERSIV JI FAŞÎZMÊ RE BÊ DAYIN'

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, peyama di Newrozê de were dayin wê ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê bibe bersiva jinan û gelan hemûyan a li dijî tifaqa faşîst.

TJA'yê diyar kir, ew; hevrêyên Leyla Guven, jinên TJA'yî wê bi şiyara 'Em ê teqez bi ser bikevin' dakevin qadên Newrozê û dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên faşîzmê bînin.