NÛ BÛ

TJA: Em xwedî li Sara Aktaş derkevin

TJA'yê da xuyakirin, ku Sara Aktaş bi manîpulasyon û propaganda şerê taybet hatiye binçavkirin û bang li jinan kir, ku xwedî li Aktaş derkevin.

Tevgera Jinên Azad (TJA), li ser binçavkirina Sara Aktaş daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat bibîr xistin, ku endama Koordînasyona KJA'yê Sara Aktaş di 27'ê Mijdarê de li balafirgeha Stenbolê hatiye binçavkirin û ji ber qedexeya hevdîtinê, ew nikarin ti agahiyê ji hevala xwe ya binçavkirî bigirin.

TJA'yê diyar kir, çapemeniya şerê taybet, têkildarî Aktaş nûçeyên derew diweşîne û got, "Xebatên siyaseta demokratîk ên hevala me Sara Aktaş û têkoşîna wê ya azadiya jinê, ji aliyê tevahiya raya giştî ve tê zanîn. Çapemeniya Tirk têkildarî hevala me nûçeyên bi şêweyê 'Berpirsyara KCK'ê diweşîne. Ev nûçe bi armanca şerê taybet tên weşandin û hemû manîpulasyon in."

TJA'yê da zanîn, ku bi van manîpulasyonan re hewl tê dayîn têkoşîna demokrasî û jinê were terorîzekirin û di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû rêxistinên jina kir, ku xwedî li hevala wan Sara Aktaş derkevin.

TJA'yê xwest ev pêkanîna nehiqûqî ji holê were rakirin û hevala wan derhal bê berdan.

Li aliyê din, dadgeriya Tirk ji bo 5 rojan hevdîtina parêzeran bi siyasetmedara Kurd Sara Aktaş re qedexe kir.