TJA: Em ê bi paş ve gavê neavêjin

TJA'yê nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî da û got, "Em ê bi paş ve gavê neavêjin. Çawa ku me operasyonên wan ên leşkerî heta niha têk birin, ji niha û pê ve jî em ê wan têk bibin."

Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî operasyonên qirkirina siyasî û destgîrkirina siyasetmedarên Kurd li avahiya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) daxuyaniyek da.

Parlamenterên HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyigit, Remziye Tosun, Ebru Gunay, Meral Daniş Beştaş, Feleknas Uca, Semra Guzel, Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen, Dayikên Aştiyê, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydeniz beşdarî daxuyaniyê bûn.

'EM GAVAN PAŞVE NAVÊJIN'

Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan diyar kir ku destgîrkirin ne hiqûqî ne û wiha got: "Ew ê ji bo vê operasyonê jî hincetekê bibînin lê em baş bi armanca wan dizanin. Em serdema hikumeteke ku tecawiza li dijî pitikek di zikê dayika xwe de rewa dikin de ne. Di serê sibehê de bi ser avahiya komeleyê de girtin. Ewraq desteser kirin. Divê ew ewrakan tenê rêveberên komeleyê pê bizaniba. Ev ne hiqûqî ye. Em vê yekê tu carî qebûl nakin."

'EMÊ TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN'

Ayşe Gokkan, bang li kesên deng didin AKP’ê kir û wiha got: "Divê li vî welatî êdî dawî li vê rejîmê bê. Divê hevalên me demildest bên berdan. Hikumeta ku bang dike û dibêje bila kesên temenê wan bi ser 65’an dernekevin îro Dayiya Aştiyê Havva Kiran a ku temenê wê bi ser 65’ân re ye binçav dike. Hûn ê tu carî bi gavê paşde nede avêtin. Hûn nikarin bi van rêbazan dawî li têkoşîna me bînin. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin."

Daxuyanî bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' bi dawî bû.