BI DÎMEN

‘Em ê jiyanekî bê têkoşîn ji xwe re esas negrin’

Welatiyên Qamişloyê berxwedana şervanên QSD û YPJ’ê yên li eniyên şer in silav kir û gotin: “Em ê jiyanekî bê têkoşîn ji xwe re esas negrin. Em bang li tevahî gelê Kurd dikin ku werin em bi hev re li ber xwe bidin û biserbikevin.”

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêyî navber didomin. Li hemberî êrîşan şervanên QSD û YPJ’ê berxwedanek dîrokî raber dike. Welatiyên Qamişlo der barê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û koma wê ya paramîlîter SMO’yê de axivîn û piştgiriya xwe ya bi şervanên QSD û YPJ’ê re anîn ziman.

‘VÎNA ME WÊ DIJMIN TÊK BIBE’

Jina bi navê Xaliya Hisên da zanîn ku ew ê hertim berxwe bide û li doza şehîdan xwedî derkeve. Xaliya Hisên destnîşan kir ku tiştê ku îro diqewime bi destê xiyanetê çêdibe û got: “Destê çeteyên ku di nav me de dijîn di vî şerî de heye. Lê bila wisa nefikirin ku ew ê serbikevin. Bi hevjîn, zarok, xwişk, bira, dayîk û malbatê şehîdan jî bimîne em ê dest ji axa xwe bernadin û her dem em ê xeta azadiyê ji xwe re esas wergirin. Madem ku şehîd me dibin serkeftinê û Rêber Apo serokê me ye, em ê bi serkevin û welatê xwe rizgar bikin. Em ê dijmin ji xaka xwe ya pîroz derxîn. Gel bi vê hest û baweriyê li ber xwe dide û têdikoş e. Êdî gel ne ew gelê berê ye.  Êdî ji her tiştî re nabêje erê. Gel gelê Rêber Apo ye û em ê bi fikrên Rêbertî serbikevin. Em ji 7 salî heta 70 salî parastina xwe dikin û piştgirî didin hêzên xwe. Wek tê dîtin dayikên temên mezin jî çek radikin û tevlî vê seferberiyê dibin. Ji ber ku me soz daye Rêber Apo, şehîdan û gelê xwe. Dijmin difikire ku ew bi teknîka xwe dikare me têk bibe. Lê ne wiha ye, em bi îradeya xwe li hember her cure êrîşan disekînin û dijmin dişkênin. Serê me her bilind e. Lewre em xwedî li doza şehîdên xwe derdikevin.”

‘EM Ê HER PIŞTGIRIYÊ BIDIN ŞERVANÊN XWE’

Jina bi navê Şemsîxan Gulo jî da zanîn ku li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedanek bêhempa tê raber kirin û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk a dagirker rojane bi balafirên xwe yên şer êrîşî gel, şervan û rojnamevanên me dike. Ji ber ku dewleta Tirk dizane şervanên me hêz û pêşeroja me ne. Dixwaze ji her aliyan ve şervanên me tune bike. Em ê li beramberî vê heta dawiya jiyana xwe têbikoşîn. Em bang li tevahî gelan dikin, bila werin tevlî cenga azadî û xwesariya demokratîk bibin. Lewra Rêveberiya Xweser ewlekarî û terzê jiyana me ye. Ev 13 sal in em bi Rêveberiya Xweser re xwe birêve dibin. Hêzên me yên parastinê ji hemû cîhanê re bûye mînak. Wekî tê zanîn niha QSD û YPJ bi hemû hêz û îradeya xwe li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê berxwedanek dîrokî raber dikin. Pêwîste tevahî pêkhateyên me pitgirî bidin vê berxwedanê. Pêwîste em çekê şehîdên xwe li erdê nehêlin û parastina xwe bikin. Dijmin tu carî nikare hêrs û îradeya di dilê me de ye, bişkîne û em ê bi serkevin. Ji ber ku em bi fikir û felsefeya Rêber Apo re li berxwe didin. Em silavê xwe ji berxwedanê Bakurê Kurdistanê re jî dişînin.”

‘PÊWÎSTE KURD BI HEV RE PIRSGIRÊKAN ÇARESER BIKIN’

Reşîd Gulo jî li ser berxwedana şervanên QSD'ê silav kir û got: “Em silavên germ ji şervanên ku di eniyên têkoşînê de ne re dişînin. Îro li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê şervanên YPJ û QSD'ê ji bo parastina xaka xwe li ber xwe didin. Dewleta Tirk çiqas bixwaze bi teknîka xwe hêzên me bişkêne jî, ji ber îradeya şervanên me wê vala derkeve. Em li berxwe didin û em ê teslîm nebin. Bila em bê zarok jiyan bikin, lê em tu car bê welat jiyan nekin. Em ê zarokên xwe giştî tevlî şer bikin. Bila parastina welatê xwe bikin. Em ê bi berxwedanê re jiyan bikin. Em ê jiyanekî bê têkoşîn ji xwe re esas negrin. Em bang li tevahî gelê Kurd dikin ku werin em bi hev re li ber xwe bidin. Dem dema hevgirtin û yekîtiya Kurdan e. Ji ber vê pêwîste em berjewendiyên xwe deynin aliyekî û pirsgirêka Kurd çareser bikin.”