Tîmên taybet nûçegihanên JÎNHA’yê derb kirin

Nûçegihanên JÎNHA’yê Dîlan Karamanoglu û Aysel Işik ên ku ji bo şopandina nûçeyan çûn nexweşxaneyê rastî êrîşên tîmên taybet hatin.

Li Taxên Bahçelîevler, Dîcle û Yenîmahalle ên Şirnexê piştî ku hêzên dewletê êrîş kirin, di navbera hêzên dewleta Tirk û hêzên YPS/YPS-Jin de şerên dijwar qewimîn û di encamê de zaroka bi navê Zehra Çevîk ji piyê xwe ve birîndar bû û her wiha Mehmet Siddik Tekmen jî yê ku ji serê xwe birîndar bûye hê jî negihêştiye Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest da. 

Piştî agahiya ku pênç birîndar hatine girtin hate ragihandin, nûçegihana JÎNHA’yê Dîlan Karamanoglu û Aysel Işik dema diçûn şopandina nûçeyê rastî êrîşên tîmên taybet hatin. Nûçegihanên JÎNHA’yê Dîlan û Aysel ên ji bo girtina agahiyên di derbarê kesê jiyana xwe ji dest dayî de li ber deriyê morgê rawestiyabûn, rastî êrîşên polîsan yê bi pehînan hatin. Piştî Aysel û Dîlan derbasî beşa lezgîn bûn, polîsan gule li ser wan reşandin. Nûçegihanên JÎNHA’yê û kesên di nexweşxanê de bi şansî rizgar bûn.