Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî, rejîma Îranê lanet kir

Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî, der barê jineke Kurd a ji bo xwe ji tecawiza endamên îtlaatê rizgar bike dawî li jiyana xwe anî de, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de rejîma Îranê hat lanetkirin û bang protestoyan li jinan hat kirin.

Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî, der barê jineke Kurd a ji bo xwe ji tecawiza endamên îtlaatê rizgar bike dawî li jiyana xwe anî de, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de rejîma Îranê hat lanetkirin û bang protestoyan li jinan hat kirin.

Nûnertiyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de êrîşa li hemberî jina ciwan a Kurd Ferînaz Xosrwanî lanet kir û got, "Çanda tecawizê ku vegotina mêtîngerî û talana sîstema baviksalariyê ya li ser bedena jinê ye, mixabin li Rojhilata Navîn ji aliyê endamên îstîxbarata rejîma dîktator a Îranê ve tê meşandin."

'ARMANCA REJÎMÊ QIRKIRINA CIVAKÎ YE'

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Em, polîtîkayên tinekirinê yên dewleta Îranê li hemberî siyasetmedarên Kurd bi taybetî jî li dijî girtiyên siyasî yên jinên Kurd dimeşîne, ji nêz ve dişopînin. Di vê bûyera mijara gotinê de mexdûr dîsa hem Kurd hem jî jin e. Îran bi van polîtîkayên xwe yên bênasnamehiştin, bê vîn hiştin û tinekirina Kurdan re dixwaze gelekî û civakê qir bike. Li Îranê hînê jin ji ber nêrînên xwe yên siyasî tên darizandin, girtin, darvekirin û li her şêwe îşkenceyan rast tên. Jinên li Îranê dijîn bi qanûnên şerî tên darizandin. Weke tevgera jinên Kurd me li hemberî van pêkanînan kampanyayên xurt meşandin, em ê her bimeşînin. Li dijî çanda tecawizê û vegotina qirkirina jinê ye, têkoşîna me bê navber dewam dike. Êrîşa endamên rejîma Îranê li hemberî bedena jinê, êrîşeke îdeolojîk a li hemberî nasname û şoreşa jinê ya li Rojhilata Navîn e. Divê were zanîn ku ev hêzên dixwazin bi êrîşên bi vî rengî re têkoşînê bişikînin, wê bi ser nekevin. Êrîşên li hemberî rêxistinbûyîn û şoreşa jinê çiqasî zêde bibe, ewçend jî rêxistinbûyîna jinê xurt dibe. Ji xwe serhildana gel a li hemberî vê bûyerê, nîşaneya şênber a vê rastiyê ye."

BANGA PROTESTOKIRINÊ

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev jina Kurd a bi rûmet a li dijî zîhniyeta mêr a serdest derket û serî netewand, divê em berxwedana wê mezintir bikin" û bang li hemû jinên Kurd hat kirin ku bi çalakiyan bûyerê protesto bikin.