'Têkoşîna jinên Êzidî di dîroka cîhanê de rewşeke nû ye'

Endama Koordînasyona Platforma Têkoşînê ya ji bo Jinên bi zorê hatine revandin Ayşe Gokalp bang li hemû jinan kir, ku di salvegera duyemîn a Komkujiya Şengalê ya 3'ê Tebaxê de dakevin qadan.

Endama Koordînasyona Platforma Têkoşînê ya ji bo Jinên bi zorê hatine revandin Ayşe Gokalp bang li hemû jinan kir, ku di salvegera duyemîn a Komkujiya Şengalê ya 3'ê Tebaxê de dakevin qadan.

Gokalp têkoşîna jinên Êzidî ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê ji ANF'ê re nirxand.

'LI ŞENGALÊ TÊKOŞÎNEKE CIDÎ HAT DAYÎN'

Gokalp da xuyakirin, ku piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya 3'ê Tebaxa 2014'an a li hemberî Şengalê, weke KJA'yê ew bi heyetekê derbasî Başûrê Kurdistanê bûne û êrîş li cih lêkolîn kirine. Gokalp destnîşan kir, ku hovîtiya li wê derê hat kirin, di dîrokê de kêm caran hatiye dîtin û got, "Beriya her tiştî li wê derê jin dihatin qetilkirin. Jinên emrê wan ji 45 salan mezintir, bi taybetî dihatin înfazkirin. Goristanên tevlîhev û yên zarokan hebûn. Bûyerên li wê derê weke kiryarek li dijî mirovahiyê cihê xwe di nava dîrokê de girt. Em dibînin, li Rojhilata Navîn têkoşîna ji bo azadiya jinê gihaştiye nuqteyeke gelekî cidî û li dijî zîhniyeta bi serdestiya mêr, têkoşîneke xurt tê meşandin. Lewma bûyerên qewimîne rasthatî nîne. Li pêş çavan e ku li Rojavayê Kurdistanê jin weke hêza xweparastinê têkoşîneke cidî li hemberî çeteyên DAIŞ'ê dimeşînin."

'JINAN BI XWEPARASTINÊ, ÇETEYÊN DAIŞ'Ê ŞIKANDIN'

Gokalp da zanîn, zîhniyeta bi serdestiya mêr, di hemû şerên heta niha de jinê weke xemîmeta şer dîtiye, lê cara yekemîn e li Rojava jinê penaberî red kiriye, dest bi xweparastinê kiriye û ew mîsyona di şer de li jinê dihat ferzkirin, ji holê rakiriye. Gokalp diyar kir, jinê bi xweparastinê ve çeteyên DAIŞ'ê şikandiye û got, "Ji ber ku li Şengalê xweparastin tinebû, hedef hat girtin."

'DIVÊ 3'Ê TEBAXÊ BIBE ROJA ÇALAKIYAN A CÎHANÊ'

Ayşe Gokalp da xuyakirin, ku jinên bi zorê hatine revandin ne tenê jinên Êzidî ne, di heman demê de jinên Ereb, Suryanî û ji gelek nasnameyên din jî bi zorê hatine revandin û got, "Weke platformê me dan xuyakirin, ku bûyerên li wir qewimîne qirkirina jinê ye û me bang kir ku 3'ê Tebaxê weke roja çalakiyê ya cîhanê bê ragihandin. Yên li wir hatin kirin, ne tenê li jinên Êzidî hat kirin, li tevahiya jinên cîhanê hat ikrin. Jinên Êzidî li wê derê bersiveke gelekî mezin dan çeteyên DAIŞ'ê. Ji ber ku bi dehan jin hatibûn firotin. Ji bo jin nikaribin birevin binê lingê wan dişewitandin. Tevî vê yekê jî ew jin reviyan û xwe gihandin qadên xweparastina jinê yên Şengalê. Ev berxwedan dikare cesaretê bide hemû cîhanê."

'TÊKOÎNA JINÊN ÊZIDÎ DI CÎHANÊ DE REWŞEKE NÛ YE'

Gokalp got, "Li gelemperiya cîhanê di şer de jinan heman tişt kirine, lê belê tecrûbeyeke têkoşînê ya mîna ya jinên Êzidî derneketiye holê" û destnîşan kir, ku hêzên bûn sedema vê qirkirinê divê li dadgehên navneteweyî werin darizandin. Gokalp bibîr xist, ku desthilatdariya AKP'êl i Dîlokê buroyên firotina jinan vekiriye û tevî ku wan giliyê vê kirine jî dadgeriyê di nava 16 rojan de biryar daye, mijarê neşopîne. Gokalp got, "Yên li Dîlokê buroyên firotinê vekirin, li ser sînor pêşî li jinên Êzidî birîn û PDK a ku hêza xwe ji wir vekişand û rê li ber wehşetê vekir, ji bo me hêzên divê werin darizandin e. Û em li qada navneteweyî têkoşîna vê dimeşînin. Şengaleke li dijî 73 fermanan li ber xwe dide, li devereke din a cîhanê nîne."

'DI 3'Ê TEBAXÊ DE DIVÊ JIN DAKEVIN QADAN'

Gokalp ji hemû jinan xwest, di 3'ê Tebaxê saet di 11:00 de derkevin ber deriyê xwe, ji bo jinên li Şengalê hatin qetilkirin bi deqeyeke bêdengiyê hurmeta xwe nîşan bidin û di serî de jinên Kurd hemû jinên cîhanê di wê rojê de dakevin meydanan."

...