Taloqkirina doza qetlîama Parîsê li Zurihê hate protestokirin
Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê Meclîsa Jinan a Bêrîtan, li ser taloqbûna doza qetlîama Parîsê a ku dihat plankirin di 5’ê Kanûnê de bihatiba lidarxisin, bi çalakiyeke li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Fransayê hate protestokirin.
ANF
ZURÎH
çarşem, 13 tîrmehê 2016, 19:07
Taloqkirina qetlîama ku di 09’ê Çileya 2013’an de hate kirin, li bajarê Zurîh ê Swîsreyê hate protestokirin.
Di çalakiyê de wêneyên yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatin hilgirtin, taloqkirina qetlîamê protesto kirin.
Di çalakiyê de daxuyaniyek hate dayîn û hate diyarkirin ku nayê pejirandin dewleta Fransa bê ku daxuyaniyekê bide dozê taloq bike. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo protestokirina vê nêzîkatiya dewleta Fransa wê her tim di nava çalakiyan de bin û wiha hate gotin: “Omer Guney ê ku daxwaz ji dadgehê kir ku bê berdan û ji aliyê dadgehê ve xwestina rapora tendirûstiyê tirsnak e. Gelê Kurd vê rewşê qet qebûl nake. Divê dewleta Fransa nirxên xwe yên dîrokî li ber çavan bigirin û vê yekê qebûl neke. Dewleta Fransa ya ku bi Tirkiyeyê re peymanên nû girêdan, divê dozê ji bo berjewendiyên xwe neke qurban. Ev doz dozeke polîtîk e. Jinên Kurd û gelê Kurd çawa ku ji bo edaletê û lêpirsîna dewleta Tirk têkoşînê dide, wê têkoşînê bide jî. “ Di daxuyaniyê de tim bi tim ev hate ziman: “Divê dewleta Fransa bi awayekî fermî sedema taloqkirina dozê diyar bike.”
Piştî daxuyaniyê dosyayên têkildarî qetlîamê pêşkêşî sefaretxaneyê hate kirin. Di hevdîtinan de ku bi sefaretxaneyê re hatin kirin ji dewleta Fransa hate xwestin ku têkildarî rewşa dawî ya dozê daxuyaniyeke fermî bidin. Di hevdîtinê de hate ragihandin ku gelê Kurd ji dewleta Fransa li benda daxuyaniyekê ye û gotûbêjên li ser berdana Guney û anîna ser ziman jî qet nayên qebûlkirin.