Talay: Şengaleke Xweser wê pêşî li fermanên nû bigire

Nûnera Meclîsên Jinên Êzidî Songul Talay got, "Ji bo careke din ferman ranebe, di çarçoveya konfederalîzma demokratîk de lazime li Şengale sîstemeke xweser bê avakirin."

Nûnera Rêxistina Sîwanî ya Meclîsên Jinên Êzidî Songul Talay, di salvegera Komkujiya Şengalê de ji ANF'ê re axivî.

'PDK'Ê CIVAKA ÊZIDÎ RADESTÎ DAIŞ'Ê KIR'

Talay reva bi hezaran pêşmergeyên PDK'ê ji Şengalê bibîr xist û got, "Wan civaka Êzidî teslîmî DAIŞ'ê kirin. Bi dîtina me, ev yek rev nebû. Ev yek radestkirina civaka Êzidî ji bo DAIŞ'ê bû. Ji ber vê yekê ev xiyaneta wan piştre jî bi êrîşan dewam kir. Îro li ser heman xetê ne. Ya ku li Şengalê hate kirin, plankirî bû."

Talay işaret bi rola jinê di nava baweriya Êzidiyan de kir û anî ziman, ku ji ber vê yekê armanca sereke ya komkujiyê jin û zarok bûn.

'ÊRÎŞ BI SER NEKET'

Songul Talay anî ziman ku hêzên mêtinger xwe xapandin û got, "Li dijî ferman û komkujiyê berxwedan hate nîşandan. Civaka Êzidî vê rojê weke roja parastin û xwedîderketina li çand, bawerî, ziman û nirxên xwe dibîne. Ji ber ku hêzên weke YPJ, YPG xwedî li civaka Êzidî derketin û nehiştin dîrok li Êzidiyan dubare bibe. 2 roj piştî fermanê gerîlayên YJA Star û HPG'ê derbasî Şengalê bûn û nehiştin komkujiyeke mezin rû bide. Korîdorek vekirin û bi hezaran mirov rizgar kirin. Bi vî rengî êrîşkar negihîştin armanca xwe."

'ŞENGA JI BO ME CIHEKÎ PÎROZ E'

Songul Talay diyar kir ku Şengal ji bo civaka Êzidî cihekî pîroz e, navenda civak û baweriya Êzidiyan e û got, "Ji xwe bi navê Êzîdxanê tê binavkirin. Li vê derê xwîna bi hezaran mirovî rijiya. Komkujî hate kirin, sirgûn çêbû, lê belê civaka me ti carî ev der neterikand."

Talay da xuyakirin ku wan tevî TJK-E û hin saziyên navneteweyî di Adara 2017'an de konferansa jinên Êzidî lidar xistin û ji bo jin û zarokên Êzidî biryarên girîng standine.

'EM ŞENGALEKE XWESER DIXWAZIN'

Talay ragihand ku di çarçoveya van biryarên xwe de ew li nava Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî, ji bo naskirina fermî ya YJŞ û YBŞ'ê, her wiha ji bo rizgarkirina jin û zarokên Êzidî dixebitin.

Di dawiya axaftina xwe de Talay diyar kir, êrîşa 3'ê Tebaxê nîşan da ku civakeke ne rêxistinbûyî her tim ferman lê radibe û got, "Civaka Êzidî bi têkoşîna xwe ya xweparastinê re roj bi roj li Şengalê sîstemekê dafirînin. Hewl didin li ser bingeha konfederalîzma demokratîk vê bafirînin."

Talay destnîşan kir, ku daxwaz û armanca wan afirandina Şengaleke xweser li ser bingeha konfederalîzma demokratîk e û got, "Şengal a azadbûyî tê wateya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo."