TAJÊ: Jin çeteyên hov tine dikin

Tevgera Azadiyê Jinên Êzidî (TAJÊ) bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser têkoşîna jinan a li dijî zîhniyeta zilamsalar a 5 hezar salî û hat destnîşankirin, ku weke jinên Êzidî ew jî parçeyek ji vê têkoşînê ye, lewma bi vê têkoşîna xwe gelekî serbilind in.

TAJÊ da xuyakirin, ku şîdeta herî mezin a sedsala 21'an, terora çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî jinên Êzidî bû û wiha dewam kir: "Ew roj ji bo me jinên Êzidî mîladek bû. Me di wê rojê de dît, ku hêza jinê nebe, wê şîdeta jî neqede. Ji ber vê yekê weke gava destpêkê me rêxistinbûn ji xwe re esas girt. Me meclîs û saziyên xwe yên jinê ava kir."

TAJÊ dest nîşan kir, ku bêyî parastinê hebûn nabe û diyar kir, bi vê têgihiştinê Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) hatine avakirin. 

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Weke jin, eger em xwe neparêzin, wê kes me neparêze. YJŞ bersiva li fermana 73 fermanan e û li dijî zîhniyeta şîdetê têdikoşe. Herî dawî bi pêngava 'Tolhildana Jinên Êzidî' re mesajeke gelekî mezin ji cîhanê re hat dayîn. Ew jinên ku di 3'ê Tebaxê de ketin destê çeteyan, îro wan çeteyên hov tine dikin."

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di dawiya peyama xwe de ev bang kir; "Em wek rêxistina jinên Êzidî bang li jinên cihanê dikin, ku em bi hev re li dijî şîdeta zilam a herî hov têbikoşin. Em hemû jinên ku dildarê têkoşîna azadiyê ne vedixwînin têkoşîna jinên Êzidî ya ku li dijî desthilatdarî û koledariyê dimeşînin."