BI DÎMEN

TAJÊ serdana rêxistinên jinan ên li Mûsilê kir

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) di çarçoveya kampanya 'Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê' serdana rêxistin û saziyên jinan ên li Iraqê kir.

Endamên Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ serdana Rêxistina Reja ya ji bo Pêşketinê û Pêşveçûnê ya li Mûsilê kir. Şandeya TAJÊ li navenda Rêxistina Reja ji aliyê nûnerên rêxistinê yên ji Mûsil, Telkîf, Başîqa û Nînowayê ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de peywendiyên di nava saziyî û rêxistinên jinan ên di Iraqê de û têkoşîna li himberî zihniyeta zilam hate nîqaşkirin.

Di heman demê de têkiliyên Êzidî û Ereban û hemû neteweyên li Iraqê hate nîqaşkirin û ji bo xurtkirina van têkiliyan biryardariya ji bo hewldanan hate destnîşankirin.

Li ser girîngiya kampanya TAJÊ nîqaş hatin kirin û hate diyarkirin, ku ev kampanya temsîla hemû jinan dike û ji bo mezinkirina wê piştevanî hate dayîn. 

Yek ji xalên girîng ku nîqaş li ser hate kirin bûyera sala 2016’an bû ku di 3’ê Hezîranê de 19 jinên Êzidî ku qebûl nekirin bibin Misilman û rojî negirtin, ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve li Mûsilê di nava qefesekê de li naverastê hatin şewitandin.

Bi wesîleya roja reş wê jinên Êzidî biçin cihê bûyerê û bi rêxistinên jinan ên Iraqê re daxuyaniyê bide. Di nava nîqaşê de piştgiriya vê daxuyaniyê hate kirin û hate diyarkirin ku pêwîste hemû jinên têkoşer û berxwedêr divê beşdarî vê daxuyaniyê bibin.