TAJÊ: Divê PDK û Barzanî ji ber sûcê qirkirinê bên darizandin

TAJÊ piştgirî da giliya ku ji aliyê Rêxistina Sindoqa Qurbaniyên Kurdistanê ve hatî kirin û diyar kir ku divê Malbata Barzanî û PDK ji ber sûcê qirkirinê, bên darizandin.

Di 30’ê Çileya 2024’an de Rêxistina Sindoqa Qurbaniyên Kurdistanê li Dadgeha Federal a Emerîkayê giliyek dijî Mesrur Barzanî û neviyên Barzanî li ser 25 tometên ‘kuştin, sextekarî, şahîdiya direwîn, revandin, jenosîd, binpêkirina mafê mirovan, êşkencekirina welatiyekî amerîkî, ne li gorî yasayê derxistina welatiyan ji ser erk û milkên wan, bazirganiya madeyên hişber, bazirganiya li gel kesayet, kom û rêxistinan ku li gel Emerîkayê di lîsteya terorê de ne” kir. Li ser gilîkirina rêxistinê Dadgeha Federal a Emerîkayê jî di 15’ê Sibatê de biryarek pêşkêşî Mesrûr Barzanî kir û 21 roj dem da ku bersiva tometên li ser wan bide. Di dawiya biryarê de hatiye diyarkirin ku ger di dawiya demê hatî diyarkirin de bersivek neyê dayîn dê rêkarên pêwîst werin girtin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî bi nameyek piştgirî da Rêxistina Sindoqa Qurbaniyên Kurdistanê û xwest malbata Barzanî ji ber sûcên xwe yên jenosîd a li dijî Şengalê bê dadgehkirin.

Nameya TAJÊ wiha ye:

“Piştî fermana 3.8.2014’an me Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) rêxistina xwe 2016’an ava kir. We Rêxistina Sindûqa Qurbaniyên Kurdistanê li dijî neviyên Berzaniyan bi 25 xalan tometên ku yek ji wan jenosîd e ji Dadgeha Federal a Amerîka re gilî kiriye. Em destpêkê dixwazin diyar bikin ku em vê gavê taybet mijara dadgehkirina PDK’ê ji bo sûcên dijî civaka Êzidî, jinên Êzidî, gelek girîng û erênî dibînin.

Em civaka Êzidî di dîroka xwe de rastî 74 fermanan hatin. Fermana herî dawî 3.8.2014’an ku bi destê dijminê mirovahiyê DAÎŞ, hevkarê wê PDK û dewleta Tirk pêk hat. Di encama vê fermanê de bi hezaran mirov me hatin kuştin, revandin, nêzî 7 hezar jin û zarok dîl ketin destê DAÎŞ’ê. Heta niha 87 gorên komî hatine dîtin, qubên me û cihên pîroz hatin teqandin. PDK’ê xiyanetekî dîrokî li civaka me kir. 12 hezar pêşmergeyên PDK’ê hebûn qaşo parastina Şengalê dikirin, dema ferman rû da bê ku yek fîşekê biteqînin reviyan û Şengal radestî DAÎŞ’ê kirin. Di roja îro de ji bo PDK li ser sûcên xwe bigire, her roj li ser raya giştî propagandayên derew dike û dibêje ‘Me Şengal rizgar kir, me 500 şehîd li Şengalê da ye.’ Cîhan hemû dizane kê xiyanet li civaka me Êzidî kir û kê rizgar kir. Me bi çavên xwe dît ka PDK xiyanet çawa li civaka me kir. Em bi xwe bûn şahidê fermana 2014’an. Em dibêjin ger PDK 500 şehîd dane, kanî cenazê wan û navê wan çi ne? Van rastiyan li Şengal zarokên 7 salî heya mirovên 70 salî her kes dizane. Yê ku canê xwe feda kirin zarokên vê civakê bûn. Bi sedan şehîdên me hene.

Her wiha li ser dîlên me jî PDK’ê rojane bazarên qirêj dike. Ev yek li dijî exlaqê mirovî ye û li dijî qanûnên navneteweyî ye. Dîsa ji ber hevkariya PDK a bi dewleta Tirk re, bi dehan car dewleta Tirk êrîşî Şengalê kiriye û pêşengê wê hedef girtiye. PDK her çiqas xwe bi navê partiyek demokrat a Kurdistanê bi nav bike jî lê rastî berovajî wê ye. Bi salane PDK’ê bi zihniyeta xwe ya deshilatdar û li gorî berjewendiyên xwe bi dewleta Tirk û DAÎŞ’ê re têkiliyên xwe berdewam dike. Herî dawî  hevjîna Ebû Bekir El Bexdadî bi xwe îtîraf kir, ka çawa PDK alîkariya wan kiriye.

Wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî diyar dikin, ji bo rastî derbikeve holê û edalet cihê xwe bigire em amade ne ku di dema pêş de dosya û raporên pêwîst ên girêdayî jenosîda 3.8.2014’an pêşkêşî we û cihên pêwendîdar bikin. Em dibêjin dem dema edaletê ye, li ser vê bingehê daxwazên me wiha ne:

1- Bila grûbên serbixwe bên serdana Iraqê û bi taybetî li Îraqê serdana Şengalê bikin.

2- PDK li ser sûc, kiryar û xiyaneta li hemberî civaka Êzidî ya 3.8.2014’an kiriye bê dadgehkirin.”