SMJÊ: Xwebûn, parastina hebûnê ye

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî da xuyakirin, ku şîdeta li dijî jinê li her qada jiyanê bi dijwarî dewam dike û bal kişand ser girîngiya xweparastinê ya jinê. Jinên Êzidî diyar kirin, ew ê kampanya TJK-E ya "xwebûnê" bikin wesîleya bilindkirina têkoşînê.

Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ) daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî, her sê xwişkên Mîrabel, şoreşger Sakîne Cansiz û hemû cangoriyên jin ên têkoşîna azadiyê bibîr anî. Di daxuyaniyê de, jinên li Şengal, Bakur û Rojavayê Kurdistanê ji bo azadiya jinê têdikoşin hatin silavkirin.

SMJÊ da xuyakirin, ku jin bi rengekî sîstematîk û bi awayekî zanebûn tên qirkirin û diyar kir, bi taybetî rejîmên faşîst ên weke AKP'ê nikarin xwe li jinên berxwedêr ên Kurd rabigirin û hewl didin tevgera azadiya jinê tine bikin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, jin ne tenê li Rojhilata Navîn, li tevahiya cîhanê dibin hedefa pergala dagirker a desthilatdar û hat gotin, "Herî dawî li bajarê Hammeln ê Elmanyayê jina Kurd ji aliyê hevserê xwe yê berê li ber çavên zarokên xwe bi wesayitê hate girêdan, di kolanan bi erdê re hate kişandin heyanî dikarîbu xwe ji bendê rizgar bike. Rêbazên faşîst ên Komara Tirkiyeyê ku bi salan hewl dide di kesayeta jina Kurd de gelê Kurd bide tinekirin, li her deveran tên bikar anîn. Zîhniyeta faşîst a çeteyên AKP û DAIŞ di bûyera Hammelnê de ji nû ve xwe da der.

SMJÊ diyar kir, çawa ku Jinên Êzidî li Şengalê li dijî çeteyên AKP û DAIŞ'ê têdikoşin û pergala dagirkeriyê bi xwebûnê têk dibin, ew ê jî kampanya TJK-E a bi navê "Li dijî dagirkeriyê, xwebûn" bikin wesîleya bilindkirina têkoşîna xwe.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Xwebûna me parastina hebûna me ye. Çawa li Kantonên Rojava li ser hîmê konfederalîzma demokratîk, wê li Şengalê jî û li hemû deveran ji bo jiyîna neteweyeke demokratîk jin bi xwebûna xwe bi ser bikevin.

Li ser vê esasê em bang li tevahî jinên êzîdî, li hemû jinên azadîxwaz û li raya giştî dikin, divê bi ruhê berxwedanê û têkoşînê yê 25 ê Mijdarê xwedî li nirxên azadiyê derkevin. Li ser bingeha ku divê ti jin bê rêxistin û bê parastin nemîne, divê dawî li qirkirina jinê bê anîn. Wek SMJÊ em ê bi rengê xwe, bi silavkirina pêngava tolhildana jinên êzîdî, bi xurtî tevlî hemû çalakiyên 25'ê Mijdarê bibin."