SMJÊ komkujiya Qamişloyê şermezar kir
Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ), komkujiya duh a li Qamişloyê bi tundî şermezar kir.
Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ), komkujiya duh a li Qamişloyê bi tundî şermezar kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya SMJÊ de hat gotin, "Tê zanîn, piştî desketiyên gelê Kurd, dijmin ji ber binketinên xwe serî li komkujiyên hovane didin. Ji lewra jî ne tenê ji ber pêvajoya rizgarkirina Minbicê, ew jî di nav de, hîn bêhtir ji ber rizgarkirina Şengalê û berxwedana gelê me li Bakur û Rojava yê ku di Azadiya xwe de bi israr têdikoşe, bi hevkariya dewleta Tirkiyê çeteyên DAIŞ'ê vê komkujî li dijî sîvîlan pêk anîn."
Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî da xuyakirin, ku ew vê komkujiyê weke komkujiya li hemberî xwe dibînin û wiha dewam kir: "Ji ber ku yê xwedî li Şengalê û beşên din ên Kurdistanê derket di serî de gelê me yên Rojava bû. Ji bo em bikaribin bi awayekî hîn bi leztir li ser hîmê parastina rewa gelê xwe biparêzin û pergala konfederalîzma demokratîk ya jinê bi hemû beşên wê bidin ava kirin, wek SMJÊ em ê bi gelê xwe yê tevahî Kurdistanê re tekoşîna xwe hîn bi leztir bi rêxistin bikin.
Çawa em ê destûr nedin ku civaka me yê Êzîdî rastî fermanek din bê, em ê ti car destûr nedin ku li Kurdistanê gelê me rastî fermanekî bê. Em ê bi rasthatina 2. salvegera fermana Şengalê, komkujiya Qamişlo bi tundî bidin şermezar kirin."
JI BO MEŞA 30'Ê TÎRMEHÊ YA LI BÎELEFELDÊ BANGA TEVLÎBÛNÊ HAT KIRIN
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hat kirin: "Ji ber vê jî em bang li tevahî gelê xwe, di serî de li civaka Êzîdî dikin, werin em di roja 30.07.2016 saet di 13'an de li ber zanîngeha Bîelefeldê bi tevlîbûnek xurt xwedî li gelê xwe yê Qamişlo û her deveran derkevin. Em bi rêxistinbûyînek xurt û yekîtiyek neteweyî ji çeteyên AKP û DAIŞ'ê hesab bistînin!"