SKB'ê, ji bo aşkerekirina kiryarên komkujiya Parîsê, û pêk hatina edalewtê, bang li hemû jinên koçber ên li Ewropayê dijîn kir, ku di salvegera 3. a komkujiya Parîsê de roja 9'ê Çileyê li Parîsê li hev bicivin.
Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) ji ber 3. salvegera komkujiya Parîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ku di salvegera sêyemîn a komkujiyê de, mêtîngeriya Tirk a faşîst careke din sê jinên Kurd ên şoreşger qetil kir.
SKB'ê ragihand ku bi vê komkujiya li Parîsê re hewl hatiye dayîn peyama 'eger hûn têbikoş in, hûn wekhevî û azadiyê bixwazin, wê aqûbeta we ev be' ji gel û jinên Kurd re bê dayîn û destnîşan kir, ku ev mesaj heman mesaja di komkujiya 9'ê Çileyê ya li Buroya Enformasyona Kurd a li Parîsê hatiye dayîn e.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin: "Em dizanin ku têkoşîna hêzên wekhevî û azadîxwazan wê edaleta rasteqîn pêk bîne. Divê nobedarên tarîtiyê bi vê bizanibin: her guleyeke hûn diteqînin, wê bi serhildanên xurttir ên jinan re li we vegere."
SKB'ê ev bang kir:
"Di sala sêyemîn de, ji bo aşkerekirina kiryarên komkujiya Parîsê, ji bo pêkhatina edaletê, ji bo em li dijî komkujiyên li Kurdistanê bibin lehiyek û li dij derkevin, em bang li hemû jinên koçber ên li Ewropayê dijîn dikin, ku di roja 9'ê Çileyê de em li Parîsê li hev bicivin."