SKB'ê ji bo jinên Cîbûtiyî banga piştgiriyê kir

Greva birçîbûnê ya jinên Cîbûtiyî, ku di 25'ê Nîsanê de li Mala Gel a li Brukselê hat destpêkirin, dewam dike. Rewşa tenduristiyê ya jinên di grevê de ne roj bi roj nebaş dibe.

Greva birçîbûnê ya jinên Cîbûtiyî, ku di 25'ê Nîsanê de li Mala Gel a li Brukselê hat destpêkirin, dewam dike. Rewşa tenduristiyê ya jinên di grevê de ne roj bi roj nebaş dibe.

Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) Belçîkayê bi daxuyaniyekê bibîr xist, ku jinên Cîbûtiyî li hemberî destavêtin û destdirêjiya hêzên ewlekariyê bi rengekî rêk û pêk li jinan dikin dest bi greva birçîbûnê kirine û bang li hemû rêxistinên jinan kir, ku destekê bidin vê çalakiyê û ziyaret bikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Daxwaza 'bila destavêtina ji aliyê leşkerên Fransa û Cîbûtî li jinên Cîbûtî tê kirin weke sûcê şer bê qebûlkirin' daxwaza me hemûyan e" û bang hat kirin, ku heta rêyên dadgeriyê di vî warî de bên vekirin, têkoşîn were meşandin. SKB'ê diyar kir, bi vê armancê wê li navnîşana Avenue Franklin Rooselvelt 204 1050 Bruxelles saet di 16:00 de çalakî bê lidarxistin û banga tevlîbûnê kir.

Di vê navberê de parlamenterên hikûmeta Mîchel, rêxistinên femînîst, parêzvanên mafên mirovan, nûnerên gelek sazî, partî û rêxistinan, çalakvanên greva birçîbûnê yên li Mala Gel ziyaret dikin.

Di daxuyaniya jinên Cîbûtiyî yên di grevê de ne hat gotin, "Belê em betilî ne, rewşa me ya tenduristiyê nebaş dibe, lê belê ev têkoşîna me heta encam jê derkeve, wê bidome. Bila bala we li ser çalakiya me be û vê yekê bigihîne girseyan."

...